qû kelimesinin kurmancî anlamı


cureyekî teyran e
(navdêr) sî, qubeqaz, şaho, qaza iraqî, qazquling, qebeqaz, firrindeyek avî yê gir û gerdendirêj e (û bi gelemperî rengsîs in lê hin cûnên reş yan gewr jî hene).
Herwiha: qî, qwî, qwû.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قوو.
Bide ber: qaz, quling, werdekBinere.
Herwiha: bû, cû, çû, dû, mû, rû, sû, şû, tû, xû.
ji: hevreha farisî قو (qû), tacikî қу (qû), her sê jitirki kuğu yan jî ji zimanekî din yê tirkîkî/tûranî, bi azerî qu, kirgîzî û şorî куу (qû), gagawzî kuu, qereqelpaxî quw, tirkmenistanî guv, oyxurî قۇ (qû), qazaxî аққу (aqqû), ozbekî oqqush, xakasî хуу (xû), kûmikî къув (quw), mongolî û kalmikî û buryatî хун (hûn), hemû ji maktirkî. Tevî ku qû piçekî dişibe navê vî teyrî yê bi yûnanî κύκνος (kûknos > latînî/zanistî Cygnus) ku ji proto-hindûewropî ḱewk- (spî) tê jî, peyva kurdî ne hevreha yûnanî û ne ji proto-hindûewropî ye: ḱ-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe s/ş/z, ji bilî çend awarteyan wek k namîne..
: qûyî. Navê zanistî: Cygnus


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver