quling kelimesinin kurmancî anlamı

quling


balindeyeke lingdirêj e *“çi tê serê qulingê, ji qajîna qulingê ye”
(navdêr) teyrek gir yê ling- û stulkdirêj e û dişibe leglegan lê hêlîna xwe li erdê ava dike.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قولنگ.
Bide ber: kuling.
ji: hevreha soranî قوله‌نگ (quleng), farisî کلنگ (koleng), pehlewî kuleng, ermenî կռունկ (kṙunk), latînî grūs, fransî grue, spanî grulla, latviyayî gar̂nis, lîtwanî garnỹs, yûnanî γέρανος (gêranos), inglîziya kevn cran (bixwîne: kran), inglîziya nû crane (bixwîne: krêyn), almanî Kranich, swêdî tran, rûsî журавль (žuravli)... hemû ji Proto-hindûewropî gerh₂- (quling) ji heman rehê gerh₂- (qîrrîn, qîjîn) ku dengê wî teyrî ye.Adeten g- ya Proto-hindûewropî di zimanên îranî de divê bûbûya z- (binêre: zer). Ihtimalen peyva îranî bi rêya ermenî ye loma g- bûye K (û paşî Q), nebûye Z. Yan jî ji ber sebebên onomatopoetîk e: gazîkirin wek xwe maye.Ji heman rehê Proto-hindûewropî: qîrrîn, zirrîn.غرنوق (ẍurnûq) ya erebî dikare ji zimanekê hindûewropî be (ji îranî yan yûnanî) lê Rajki wê wek peyveka samî dihesibîne û dibêje ku hevreha urnigu ya akadî ye. Hevwateya wê ya din ya erebî jî, كركي (kurkî), dişibe kuling ya îranî lê Rajki wê jî wek peyveka samî dihesibîne bê ku hevrehên wê di zimanên din yên samî de bide.Turna ya tirkî ne têkilî wan e lê peyveka hevpar ya rojhilata Asyayê ye, bide ber koreyî durumi û japonî tsuru.. Navê zanistî: Grus grus


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver