rav kelimesinin kurmancî anlamı

rav


1. werzîşa girtin an jî kuştina sewalên kovî; nêçîr 2. nîşaneya ducaniya jinan a ku wekî belekiyekê di rûyê wan de xuya dibe rava nîşan
(navdêr, mê) nêçîr, şikar, seyd, kuştina yan girtina ajelên kûvî, gerrîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina wê/wî tiştî: Rava bêje û biwêjên kurdî dike. Li ser çermê mirovan li ew derên ku tav(roj) lê dide tarîbûn yan jî esmerbûn e. Li wan deran xet û lekeyên bi rengê qehweyî çê dibin. Bi taybetî li pîreka ev nexweşî pirtir tê dîtin. Bi îngilîzî melasma tê gotin. Çavkanî: Ferhengoka Quran a Pîroz û Arşa wêye bilind, Abdullah Varlı, çapa yekemin.
Herwiha: raw.
ji wêjeyê: EZ Û GUNDÊ HESARÊ, Hesarê qundê me ye, Deştek ne pir fire ye, Hawîr deşta wê çiya, Li jor darên devî ya, Herdû alî rez û dar, Heta dighê ber zinar, Çend çiyayên xwedî nav, Ko me li wan dikir rav, şêx Sultan û şêx Sehor, Çim û Hopê hawîrdor, Deşta wê tev kanî ne, Xo ew jêre danî ne, Hatina wê gelek pir, Rokê nebûn dexilkir, Tirî, êmîş navdar in, Heta berf tê li dar in, Doşaba wê pir biha, Girantir bûye niha, Ceh û genim gelek tên, Nîsk û şolik belek tên, Pez û sewal gelek bûn, Li nav çiyan bi lek bûn, Pembû, gelek diçandin, Bi çinîn û kişandin, Qitî, ecûr û şebeş, Lê petîxên me pir xweş, Hirmî, bihok û hejîr, Li ser daran dibûn pîr, Nifşên tirî hezar in, Belkîjî bêjimar in, Rêçel û gûz û benî, Gelek xweş bûn, ezbenî, Gundê me jî gelek şên, Du ça di nav gund re tên, Qesra axê li jor e, Hinqî kevn e reng sor e, Qesra sora pir bilind, Bûye keleh ji bo gund, Abora gund zêde ye, Dewletek serbixwe ye, Tiştek tenê neçê bû, Zordestiya axê bû, Kurtêlxwerên wî dijwar, Ji ber zora wan hewar, Bêş û bela giran bûn, Ji ber wan em xezan bûn, Ji ber zora sengela, Derewên şêx û mela, Pişta me bû xwar û xûz, Bi axîn û kûzekûz, Eşîr dibûn dubendî, Çi axa û çi gundî, şer û şewat û talan... Malik li me bû wêran, Dijmin diket nav welêt, Xwîna me tevan dimêt, Dar û qamçî û lêdan, Yan pere û yan zindan, Tev nezan û nexwendî, Yek jî nebû efendî, Jin û mêr tev diçûn kar, Karê tevan pir dijwar, Palevan û gêrevan, Tevan pembû avdidin, şivên rezan didin hev, Herdû alî weke hev, Kebanîya xweşmirês, Dolabrês û teşîrês, Kevanjen û tevinker, Destevala diçû şer, Derb û ber û av û nan, Dibir ji bo ê şervan, Hem nanpêj û riştebir, Karê malê tev dikir, Lê dar bi destê mêr bû, Li ser jinê çi şêr bû !, Li vî gundî mezin bûm, Ez biçûkî wek cin bûm, Sêzde salî derketim, Bi ber bayê xwe ketim, Ji ber axê û Gerebêt, Ev gund nema bi kêr têt, Bavê min bû wilo got, Em derketin cot bi cot, Dil tijî bû ji derda, Ko me gundê xwe berda, Çûn cem Osmanê Temo, Pashê çûn Bêdermemo, Biner çi b serê me hat, Sibeh zû nû, Rojhilat, Hate ser me Gerebêt, Ji dev diçin ar û pêt, Bi candirme, zirtezirt, Bi ser me de sibê girt, Lê xelkê gund wek mêra, Em veşartin wek şêra, Ew serkarê dîn û bar, Çi anî serê muxtar, Ji bo me pir li wî dan, Lê em nedan destê wan, Cendirme ko siwar bûn, Hê ji nû em şiyar bûn, Vegeriyan , hatin gund, Lê dixwênin bûm û kund, Birçîbûn û giranî, Heçî nedî, nizanî, Nexweşî û birçîbûn, Derketin û bêcîbûn, Giranî yek pir dijwar, Xelkê goştê keran xwar, şerê giran kete jor, Dijmin welat girt bi zor, Du milyon kurdên bêçar, Bi ser me de hatin xwar, Birçîbûn û nexweşîn, Di nav me de dimeşîn, Bi vê êşê mirin pir, Mêrê xuşka mi jî mir, Bavê min çû Amûdê, Tenê mane, ez û dê, Birayê min çûbû şer, Li hinda Balîkeser, Lê raborîn meh û sal, şevek revî hate mal, Tev rizî û perîşan, Dey li me kir: kanî nan?, Ew kesê ko direvî, Nema karî derkevî, Ew jî me şand Amûdê, Dîsa mane ez û dê, Zivistan çû, hat bihar, Ez û wê jî hatin xwar, Lê çawa borî sibat, Hala mezin li pey hat, Bavê min jî bi wê çû, Nexweş ket û ranebû, Em diçûne ser xetê, Dibûn palên dewletê, Tirên, dibirne Mûsil, Dixebitîn em ji dil, Paşê ji Amûdê çûn, Bêdermemo me kir şûn, Bûne pêwanên reza, Ji nû ketin nav diza, Diya min a kevnejin, Tevinker û kevanjen, Dilovan û bîrewer, Ev jîn pê re neçû ser, Diya ji min hez dikir, Nexweş ket û li wê mir, Çawa tê ber çavê min, Agir tê hinavê min, Mele Xelîl jin anî, Li min bû bargiranî, Di wê çaxê, wê mehê, Vegeriyam cem xwehê, Nazdar û efendî bûm, Yanî quranxwendî bûm, Lê wê ez kirim şivan, Tenê ji bo kinc û nan, Heta salên min bûn bîst, Hish û mijî ji nû lîst ;, Çiman ez dibim şivan ?, Çima nabim xwendevan ?, Ji nû çûme xwendinê, Min çav berdan vê dinê, Melayê Hazda banî, Bîst û heşta jin anî, Lê min hespê xwe bezand, Ta şihada xwe sitand, Hingî derbas dibû jîn, Serpêhatî me pir dîn, şer û şewat û kuştin, Dil û ciger dimiştin, Ji sala bîst û çara, Ketim rêza hişyara, Ji bo jîn û felatê, Ketim nav kêferatê, Ji çîroka Mem û Zîn, Navê xwe kir Cigerxwîn.
Bide ber: rave, rev, rêv.
Bikaranîn: Lêker: rav kirin. Navdêr: ravkirin Rengdêr: ravkirî.
: ravandin, ravkar, ravkarî, ravker, ravvan, ravvanî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver