1. belengaz 2. xizan, feqîr 3. bêsiûd
Hevwate (rengdêr) belengaz, hejar, feqîr, perîşan, jar, goyîn, nedar, belingaz(navdêr, nêr) keşîş, qeşe, abidên fileyan. ji: Reben bi maneya keşîş, qeşe, abidên fileh (inglîzî: monk) jiarami reben tê ku maneya mezinê me dide (bide ber erebî: rebbena xwedayê me, rebbê me) û hevreha reb (xweda) û rebbî (serekên dînî yên cihûyan) e. Forma wê ya mê jî rebene ye. Reben bi maneya perîşan, belengaz, şerpeze, jar, hejar jî divê ji wê be ji ber ku abidên fileh wek yên misilman jî (derwêş, sofî, feqî) wek kesên feqîr û jar tên hesibandin. Bo hin peyvên din jî yên deynkirî ku ji wateya xwe ya bingehîn dûr ketine, binere: bedew, cindî (bi maneya keşxe). jê: rebenane rebene rebenî rebenîtî rebentî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.