reşreşk kelimesinin kurmancî anlamı

reşreşk


1. bîbika çavî 2. bihareteke dendikreş û hûrik e
(navdêr, mê) riwekek xwerbar ya ji binemala giyaziravan e û bi dirûvê xwe mîna sibitê (tere) ye.
ji wêjeyê: Reşreşk hêşînhatek (nebatek ) ji malbata giyaziviran (kulîlka dawetê ) tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane li gor cûre 20 – 80 cm bilind dibe û gelek çiq jê diçin. Belgên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibehin yên sibitê (tere ). Kulîlkên wê spî, peyazîyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêqîya wê wek qapsûlek gurover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê. Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re “reşreşk” (an jî kuncîyên reş) tê gotin. Gelek cûreyên reşreşkan hene. Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîqî û yên kûvî ne (çolî-bejî). Têdahîyên wan hema-hema wek hev in. Tiştên wan yên ji hev cuda rengê kulîlkan û bilindahîya bejna wan e. Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanaîya dermanan de tê bikaranîn. Herweha wek biharat ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin. Bi Almanî navê wê “ Schwarkûmmel, bi Tirkî jî “Çorekotu “ ye.. Navê zanistî: Nigella sativa


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver