rih kelimesinin kurmancî anlamı

rih


pirça rû *“aqil di seriyan de ye, ne di rihan de ye”
1. mûyê li rûyê zelaman r-ya zirav(navdêr)bi gelemperî pirrjimar, rî, mûyên li gep û alekên zelaman şên dibin (û bi gelemperî tên tiraşîn).
Herwiha: ri, rî.
Bide ber: simêlBinere.
Herwiha: kose.
Bikaranîn: Lêker: rih berdan: rih dirêj kirin, rih netiraşîn, rih qusandin: rih kurt kirin, rih kin kirin, rih tiraşîn: rih jê kirin, rih birrîn. Navdêr: rihberdan, rihqusandin, rihtiraşîn Rengdêr: rihberdayî, rihqusandî, rihtiraşî.
ji: hevreha soranî ریش (rîş), farisî ریش (rîş), pehlewî rêş, ji Proto-hindûewropî wréh₂ds (reh, ra) ku herwiha serekaniya reh û rêv yên kurdî ye jî (binere: reh, rêv). Forma rîş ji farisî ketiye soranî ji ber ku ş ya farisî hevberî h ya kurdî ye: farisî çeşm kurdî çehv > çav, farisî aşna kurdî hîn (hîn bûn/kirin)..
: bêrih, bêrihî, bêrihîtî, bêrihtî, birih, birihî, birihîtî, birihtî, rihdar, rihdarî, rihdarîtî, rihdartî, rihdêr, rihdêrî, rihdêrîtî, rihdêrtî, rihspî, rihtiraş, rihtiraşî, rihtiraşk.
Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: rî, rih soranî: ridên, rîş zazakî:


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver