şewq û şemala ku tarîtiyê winda dike *“av ronahî ye, ji avê metirse”
(navdêr, mê) enerjiya ji rojê yan ji çirayekê ya dîtinê gengaz dike, enerjiya dinyayê ron ango geş dike û mirov dikare pê derdorên xwe bibîne, ron, cihê ronî lê heye, ronîbûna mekanek yan jî objeyan, qalîteya ronîbûnê (ya mekan û objeyan), fizîk: tîrêja elektromagnetîk ya dikare bi çavan bêt dîtin. Hevwate: sewl, şewl. Herwiha: ronah, ronatî, ronayî, ruhnahî, ruhnatî, ruhnayî, ruhnîtî. Dijwate: tarîtîNêzîk, ronî, ronkayî, ruhnî. Bide ber: sahî, tav, tîrêj, tîroj. ji: ron + -ahî Bi avestayî reoxşn-, bi pehlewî rôşnak.. Bikaranîn: Lêker: ronahî dan, ronahî kirin. Navdêr: ronahîdan, ronahîkirin. jê: ronahîdar, ronahîdarî, ronahîder, ronahîderî, ronahîker, ronahîkerî, ronahînas, ronahînasî, ronahîzan, ronahîzanî. Bi soranî: ronayî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.