rû kelimesinin kurmancî anlamı


1. ser û çav 2. ser û sîçe 3. sikûm 4. dêm *“bila rûyê mirovî bêşê, lê zikê mirovî neêşê”
(navdêr, nêr) serçav, dêm, wech, çav û dev û difin û gep û enî, rexê bi ser ve: li rûyê dinyayê (li ser dinyayê, li ser axê, ne di bin axê ve), tişta/ê bi ser tiştekê ve, tişta/ê tiştek di bin ve: rûyê doşekê (pateyê bi ser doşekê de têt girtin daku doşek qirêjî nebe), karakter, xwerist, sirişt, tebîet: rûqayîm (bêşerm), binas, sebeb, sedem, sûc, xeta: bi milyonan kes ji rûyê te dimirin. , kêlek, tenişt, rex : me berx bi rû çêm da berve jor alêş dikirin..
Herwiha: rî , rwî.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ڕوو.
Bide ber: ra, re, rê, rî, ro.
ji: hevreha soranî ڕوو (rû), feylî/kelhurî rwî/rî, zazakî ri/rî, farisî روى (rûy) û رخ (rox), pehlewî roy, avestayî reoḍe-, hemû jiari. Belkî ji Proto-hindûewropî, hevreha heman peyvê bi zimanên slavî, bo nimûne rûsî лицо (lîço) ji ber ku l ya Proto-hindûewropî di îraniya kevn de bûye r (binere roj yan rijandin) çunkî l di îraniya kevn de tine bû..
Bikaranîn: Lêker: rû kirin. Navdêr: rûkirin Rengdêr: rûkirî.
: bêrû, bêrûtî, bêrûyî, birû, birûtî, birûyî, rûber, rûberî, rûberîtî, rûberkî, rûbertî, rû dan, rûdan, rûdar, rûdarî, rûdarîtî, rûdartî, rûdayî, rûgeş, rûken, rûqayim


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver