1. telebe, xwendekar 2. feqîh 3. kesê li ber destê hostayekî karekî dike; pîşekarê nû
(navdêr) kesa/ê têt fêrkirin anku hînkirin (bi taybetî li dibistanê), xwendekar, telebe, fêrber, hînber, suxte, feqe, qutabî. Herwiha: şagird. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: شاگرت. Bide ber: fêrker, hînker, mamoste. ji: hevreha soranî û farisî شاگرد (şagird), pehlewî eşagert, sogdî işkert- (li pey çûn, li dûv çûn), avestayî heşe-kerte- (li pey çûn, li dûv çûn) jiari. Herwiha hevreha peyva şikar (nêçîr) e jî. Peyva աշակերտ (aşakêrt) ya ermenî û şakirt ya tirkî ji zimanên îranî hatiye wergirtin.. jê: şagirtî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.