şareza kelimesinin kurmancî anlamı

şareza


1. kesê ku li bajaran mezin bûye û hay ji çerxa felekê heye 2. pispor 3. zana 4. beled
(navdêr) pispor, zana, alim, xebîr, ekspert, profesyonel, spesyalîst, kesa/ê li ser tiştekê/î pirr dizane, aşna, beled, kesa/ê dizane filan cih li kû ye yan dizane li derekê bigerre bêyî ku winda bibe.
Herwiha: şahreza şehreza.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: شاره‌زا.
ji: Ji şehreza ji şehr + -e- + -za anku bajarrî, zarroka/ê bajarriyan anku zana, bide ber gundî ku herwiha bi maneya nezan jî tê bikaranîn. Herwiha bide ber beled (bi maneya şareza) ku ji peyva erebî beled (bajarr) e û herwiha pispor ku ji îraniya kevn wise-pusre anku kurrê malê ye. e ya navbera şar û za ji ber hindê ye ku forma kevntir şehreza bû û bo sivikkirinê e di navbera herdu peyvên bingehîn de cih girtiye daku du herfên bêdeng li pey hev neyên. Lê paşî bûye şareza anku h jê ketiye lê dîsa jî e maye. şar û -za herdu jiari ne..
Bikaranîn: Lêker: şareza bûn, şareza kirin. Navdêr: şarezabûn, şarezakirin Rengdêr: şarezabûyî, şarezakirî.
: şarezatî şarezayane şarezayî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver