şekal kelimesinin kurmancî anlamı

şekal


1. cureyekî solên berê ye 2. sola ku dawiya wê di bin lingan de hatiye şikandin û wisa hatiye pêkirin
(navdêr, mê) pêlav, sol, meras, tiştek binreq e ku mirov dikin herdu piyên xwe daku piyên xwe ji êşînê biparêzin dema ku li derve digerrin, maras.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: شه‌کال.
ji: hevrehên zazakî çeqalî û lekaş, feylî/kelhurî kiłaş, soranî که‌ڵاش (kełaş) hemû jirusi калоша (kaloşa) yan галоша (galoşa) ji frensî galoche (bixwîne: galoş) ji latinî galopium ji yunanî καλοπόδιον (kalopodyon) ku forma biçûkker e ji καλόπους (kalopous: qalibên ku koşkar pêlavan pê çêdikin yan jî pê diparêzin) ji κᾶλον (kalon: dep, texte, dar) + πούς (pous: pê) anku piyê darî. Peyva kurmancî û ya zazakî bi metatezê ji serekaniya xwe gelekî dûr ketine. Heman peyv bi hin zimanên din jî: farisî گالش, tirkî galoş, bulgarî галош (galoş), inglîzî galosh, galoche, îtalî galoscia, almanî Galosche, polonî kalosz, danmarkî û holendî galoche, swêdî galosch, çekî galoše... Di pirraniya zimanan de ew maneya hin pêlavên taybet dide, bi taybetî yên avragir ku li ber baranê tên bikaranîn..
Bikaranîn: Peyva şekal di gelek devokên kurdî de tenê bo pêlavên/solên kevn yan dirriyayî yan bêbiha tê bikaranîn. Lê peyvên sol û pêlav bi temamî hevwate ne û bikaranîna wan jî giştî ye..
Bide ber: gore, xufik. Cûnên şekalan, cezme, kalik, qupik, qûndere, sendele, şimik


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver