seranser kelimesinin kurmancî anlamı

seranser


ji vî serî bigire heta serê din
(hoker) sertaser, sercem, herder, hemî cih, tev erd, serbiser: Kurd li seranserî cîhanê newrozê pîroz dikin. Ji serîyekî heta seriyê dinManga Sor got: – Erê, ka li vir binêre! – Qirrr! Seran serê zikê te bandkirî ye, çi bi serê te de hatiye?! (Kovara Birnebûn,Zivistan-2006) Li alekî ku Artêşa Tirk sewqiyeta çekên zirhlî ser sînor didomîne, li alê din de jî amûrên zirhlî yên heyî jî li seran sere sînor bicih dike. (lekolin.org, Sala 2007 ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê salek tawîz danê bû -2-) Rojek ji roja Reşo ji mal derket û seran serê çem meşiya. (Kovara Nubihar, payîz 2007).
Bide ber: sercem.
Bikaranîn: seranserî/seranserê: Ew çûye seranserî Kurdistanê. (hemî derên Kurdistanê/her dera Kurdistanê), ji seranserî/ji seranserê: Misilman ji seranserî dinyayê diçin hecê. li seranserî/li seranserê: Ew li seranserî Ewropayê gerriyaye..
ji: ser + -an- + ser


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver