vexwarina ku ji ava mêweyên guvaştî, şekir û avê tê çêkirin
(navdêr, mê) ava fêkî, ava şirîn. Bide ber: şerab. ji wêjeyê: Çavên te xweş çav in xezalê, ne çavên xezala li beriyê Qirika te dirêj e delalê, ne qirika qazê yan qumriyê Singa te spî ye hevalê, ne berfa serê çiyê Lêvên te şerbet in kulmalê, ne ava ku diherike ji kaniyê. ji: ji erebî شربة (şerbet) ji شرب (şeribe: vexwarin). Bikaranîn: Lêker: şerbet kirin, şerbet xwarin. Navdêr: şerbetkirin, şerbetxwarin Rengdêr: şerbetkirî. jê: şerbetane, şerbetî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.