sibeh *“sibe tê, xêr jî pê re”
(navdêr, mê) roja piştî îro: Ger îro nikarî, sibê were. destpêka rojê, dema roj hiltê, dema mirov ji xewê şiyar dibin: Ji sibe zû ve me dest bi kar kiriye.. Herwiha: siba, sibah, sibahê, sibahî, sibeh, sibehê, sibehî, sibih, sibihê, sibihî, sibê, sibêh, sive, siveh, siwe, siwê, suba, subah, subahê, subahî, sube, subeh, subehê, subehî, subê, subih, subihê, subehî, suê, sivê, suvê. Hevwate: Li gel wate 2: beyan, beyanî, serê sibê, sibbeyanî, sihar, spêde, suwe. Dijwate: Li gel wate 1: do, duh, duhî Li gel wate 2: êvar. Bikaranîn: Cudahiya navbera peyva sibe û ya sibê, SibÊ ez ê te bibînim. (tewandî, heçku mirov bibêje li sibê. Wek Li cejnÊ ez ê te bibînim. Di kurdî de peyvên diyarkirina demê tewandî lê bi gelemperî bê daçek tên bikaranîn. Xelet e ku mirov bibêje SibE ez ê te bibînim.), Roja piştî îro sibE ye. (netewandî, wek Roja piştî îro cejn_ e. Ne roja piştî îro cejnÊ ye.). ji: ji erebî صباح (șebaḥ) yan صبح (șubḥ) ku wek صبح (șubḥ) ketiye farisî û wek sabah ketiye tirkî jî.. jê: siberoj
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.