sor kelimesinin kurmancî anlamı

sor


rengê xwînê *“gayê sor, sortiya xwe bernade”
(rengdêr) (navdêr, nêr) rengê xwînê, rengê mîna rengê xwîna paqij yan firingiyên anku tomatên gihiştî: sorê vebiye, sorê tarî, sorê geş, nîşana talûkeyê anku xeterê, çepgir, di siyasetê de rengê komunîstan, sosyalîstan û çepgirên dinWêne Çend cûnên rengê sor: rengdêr.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سۆر.
Hevwate: Tenê edebî: al, qirmizRengên kurdî, kesk, mor, narencî, pîvazî, qehweyî, reş, sor, spî, şîn, xemir, zer.
Bikaranîn: Lêker: sor bûn, sor kirin. Navdêr: sorbûn, sorkirin Rengdêr: sorbûyî, sorkirî.
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: sor Kurdî (Soranî): sûr Kurdiya başûr: qirmiz, süer Lekî: sor Hewramî: sur Zazakî: sûr, sor.
ji: hevreha soranî سوور (sûr), zazakî sûr, hewramî sur, belûçî suhr, farisî سرخ (sorx), pehlewî suxr, hexamenişî θuxre, avestayî suxre-, sekayî suxre-, osetî surx, sanskrîtî śukrá, latviyayî sarks û sarkans, lîtwanî sárkanas, hemû ji Proto-hindûewropî ser- /sar- (sor). Ji bilî zimanên hindûîranî û baltî di babikên din yên hindûewropî de ne diyar e.Çavkanî: Karulis, Horn p.161, MacKenzie P.132.
: sipîsor, sorahî, soratî, sorav, soravî, sorayî, sorî, sorîtî, sortî.
ji wêjeyê: Ji lêvên sor şekir barî, Bi min da wê bi nazdarî, Şeraba kûpikê darî, Vekir wê pê zimanê min.


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver