san andreas

 Brad Peyton

 Carlton Cuse

 2015


 avustralya amerîka kanada

 Îngîlîzî

 114

 rageşî aksîyon drama

  (1970.01.01)

 simurg56 (2015.09.25)

 piştî erdheja herî mezin ya di dîroka mirovatiyê de, pîloteke rizgarkirinê vê carê ji bo malbata xwe hewl dide. lê di vê bobelata mezin de rizgarkirina wan qet ne hêsan e.


san andreas - Tirşik

san andreas


. navê bajareke eyaleta amerîkayê ya kalîforniyayê ye.

her wiha navê fîlmeke îsal e. min li beşa fîlman zêde kir: Here lînkê (min 76 puan danê)
ji bo wext-borandinê ye. hema bêje tenê aksîyon e û tê de tu tişteke din ku bandorê li mirov bike tune. lê ji bo bêhntengiyê baş e.
tê de dîmenên gelek dûrî aqil hene lê ya herî zêde ez şaşwaz kirim ev bû:

bavê wê, di dawiyê de keça bi navê blake xelas dike û derdixe ser botê lê mixabin ev çend deqeye di nav avê de bênefes maye. jixwe di sahneya mana bin avê de jî êdî devê wê bi temamî mabû vekirî û serê wê mîna ku rih bide, diavêt. paşê bavê wê ji avê derdixe û masaja dil (cpr) çêdike lê keçik venagerê. piştî vê jî nû diya wê bi botê tê û wê dibin ser botê û li wir dîsa masaja dil çêdikin lê keçik venagere û bavê wê dedv jê berdide. hinek difikire û dîsa li masajê vedigere û hoop keçik ji devê xwe kulmek av derdixe û mîna ku ji xew rabûbe, radibe ser xwe û dê û bavê xwe hembêz dike. min bixwe mirov dîtine ku piştî 30-40 deqe masajê vegeriyane jiyanê. lê ne wisa. berî her tiştî mirovek, bi awayek devvekirî evqas wext bimîne bin avê de, êdî nabe ku vegere jiyanê ji ber ku ger mejî bêoksîjen bimîne di nav deqeyekê de dimire. ya duyemîn ger mirovek xeniqî, vegere jiyanê jî divê herî kêm belki litreyek av ji pişên wê derkeve ku ew piş bikare nefesê hilde nava xwe. ne hema kulmek av. ya sêyemîn, ger mirovek, piştî evqas masaj û tiştan vegere jî, wisa venagere. wê demek dirêj de di asîdozê de bimîne, yanê wê pêkutîna dil hebe lê hiş tune be û belkî wê bi rojan an jî heftiyan bêhiş bimîne û paşê hêdî hêdî vegere ser hişê xwe û hwd. yanî ew sahne, ji serî heta binî dûrî mantiqê ye. kesên ku vê fîlmê kişandine, efektên gelek serkeftî bi kar anîne. yanî mirovên psofesyonel in lê çima girîngî nadin tiştên wisa, fêhm nakim. belkî tenê ji bo ku sahne trajîktir be. lê wê demê ji trajîkbûnê zêdetir dibe komîk. qet nebe li ber çavên xebatkarên tenduristiyê.





Array. Filîmêkek Dwayne Johnson'e. Filîmêde aksîyon zehf heye. Mijara filîmê jî ne gelek xirab e. Demêk vale de mirov dikare temaşe bike. Li gora min 10/7.4 heq dike.



Array. filma şeva borî ji ber ku interstellar neşixwilî, min temaşe kirî. filmeke nû ye, ji 2015an. ji imdbê 6,2 standiye. weke ji puana wê ya imdbê jî dixuye ne filmeke baş e. bi aksiyon û efektên xwe ne xerab e, lê ez zêdetir tişt ji filman hêvî dikim loma bi min jî puana heq dike ne zêde ye.
ji tunehî dikare bê temaşekirin.
(bnr: li ber taştê temaşekirina filman)



Array. filma ku nahêje 5 kurîşan. film ji rastiyê ew qas dûr bû ku mîn got qey ez yekî lîstik dilîze temaşe dikim.

ew sahneya dawî ya rebbî mirov nikare ev qas fişal bike. qaşo keçik dimire, qelbê keçkê disekine. mêrik cpr çêdike ji bo bizivire nabe, herî dawî kulmek lê dide, ava daqurtandî ji devê derdikeve û keçik di cî de ser xwe ve tê


puana min jê re : 57



Array. filma divê her kes puana xwe ji beşa filman bide ji bo ku yên bixwazin yek carî hemu puanan bibînin. hin kes bi israr naxwazin li beşa filman puanan bidin.






  • san andreas0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 69
(imdb: 6.1)
pûanê bide fîlmê: