her

 Spike Jonze

 Spike Jonze

 2013


 DYA

 îngilîzî

 126

 Drama romantîk xeyalî zanistî

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2015.09.26)

 Filmeke li ser tekiliya mirovan û taybetî ya jin û mêrande rexneyeke qerase dike. Di filmde rewşa tekiliya jin û mêran ne baş e û vê pêvajoyêde pergaleke komputerê derdikeve ku dikare bifikire, hîs bike û hez bike.


her - Tirşik

her


. filmeke 2013an. ji imdbê 8.0/10 standiye. bi senaryoya xwe ya resen puanan berhev dike lê mixabin nekarîne dawiya wê baş lê bikin. film behsa pergaleke nû yaa komputerê dike. ji xwe navbera jin û mêra ne baş e û pergaleke nû ya dikare bifikire, hîs bike û daxwaz bike derdikeve û jiyana mirovande ciheke fireh digire.

di filmîde komputera navê xwe dike samantha dibe hevala theodore û demên xweş derbas dikin(nîv-têkiliya cinsî jî dikin), tişta ecêb hingî ku diçe samantha bêtir dişibe jinan, bi tevgerên xwe. hingî ku hînî hevûdin dibin û hin pirgirêkan derbas dikin nişkê ve hemu pergal diçin lê film ji me re nabêje çima diçin. ev jî ne bes ji nişkê ve film jî diqede, li ber ekrana reş dimînî wisa hêvîdar.



Array. tev, hemû, gişt, giş, hemî, peyva wiha bikar tê:
hertim, her roj hergav, herkes..



Array. Tenêtiya erjeng. Yaw evana hemû nexweşiyên serdema modern in. Ne sûcê me jî. Zeman xerab e*



Array. fîlmek di derbarê aqilê çêkirî de ye. min 86 pûan dayê. (Here lînkê)
berevajî fîlmên din yên di derbarê vê mijarê de, di vir de keştiyên fezayê, cîhazên supersonîk fîlan tune ne. tenê komputereke bi aqilê çêkirî heye û mijara sereke evîn e.
mijar jixwe balkêş e, bi ya min hûnandina wê jî gelek serkeftî bû. ji vê aliyê ve, ji fîlma ex machina serkeftîtir bû. jixwe hema bêje serî heta binî ji axaftinan pêk tê, her wiha tespîtên gelek xweşik jî tên kirin di derbarê evînê û aqilê çêkirî de.


[spoiler: fîlm rexneyek li jiyana mirovên modern e. ji ber jihevdûrbûna mirovan êdî komputer cihê hezkiriyên mirovan jî digirin. di vê jiyana modern de, mirov êdî nikari bersivê bidin pêdiviyên hev û din û loma êdî ji wan re hezkiriyên wisa lazim in ku qet xemgîn nabin, her tim moralê û piştgiriyê dide wan û hwd.
ger aqilê çêkirî ya rastîn, rojekê were çêkirin bêguman wê mijara vê fîlmê bibe rastî. jixwe di rewşa heyî de jî ne bi riya pevgirêdana hestî be jî mirov ji ber pêşketinên teknolojiyê ji hev dûr dikevin.
min ji dawiya fîlmê baş fêhm nekir lê ez bawer im ji ber ku aqilê çêkirî her ku diçe bi serpêhatiyên xwe pêş ve diçe, êdî nikare bi mirovan re bide û bistîne û di dawiyê de têkiliya xwe bi wan re dibire. di eslê xwe de ev jî encamek normal e, ji ber ku ew komputer gelek zûhîn dibe, di saniyeyekê de pirtûkan dixwîne û di heman demê de bi 641 mirovan re têkiliyan bi rê ve dibe. loma têkliya mirovan, psîkolojiya wan û her tiştê wan gelek zû hîn dibin û di nava çend mehan de ez bawer im êdî pê bawer dikin ku tiştek nû tune ku ji mirovahiyê hîn bibin. bi rastî jî ger komputerek ji xeynî fikirînê bikare hîs jî bike, wê jê re zêde wext ne lazim be ku ji asta hişa mirovan derbas bibin. ]



Array. di kirmanckî de wateya vê peyvê ker e *






  • her0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: