song of the sea

 Tomm Moore

 Will Collins Tomm Moore

 2014


 Belçîka

 Îngilîzî

 93

 Anîmasyon Malbat Fantastîk

  (2020.04.24)

 biruya hayao miyazaki (2016.05.01)

 Ben lawikekî îrlandî ye û xwediyê xwehek ye ku navê wê Saoirse e. Ev xweh û bira ji bo azadkirina periyan û spartina cîhan pev re têdikevin serpêhatiyekê...


song of the sea - Tirşik

song of the sea


. Anîmasyonekî gelekî xweş e û ji dil dikarim bibêjim ku tomm moore gihaştiye serkeftina hayao miyazaki. çîroka fîlm bi xwe derhêner ve hatiye nivîsandin ku hîn di xulekên pêşîn de meriv bi wan dîmenên hunermendane, heyren dimîne û di demekê kin de geh bi hestê meraqê û geh bi çiçîroka balkêş efsûn dibe. di du sehneyê de giriyam ku hisab li cem we, çawa hestên rasteqîn bikaranîye.



Array. xêzefilma bi axaftineke hindik û mûzîkeke xweş mirov mest dike û carna jî xemgîn dike. serpêhatiya kurikek û xwîşka wî bi awayeke fantastîk vedibêje lê mirov jê aciz nabe. bawerim ne realîsteke tund be wê her kes jê hez bike.



Array. (bnr: ax berxikê ax) Anîmasyoneke biserkeftî ye. Grafîk, muzîk, çîrok tevde zehf xweşin. Xêzefîlm bi "xewn û xeyalên zarokan" xemilandî ye. Puanê mn : 90



Array. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hate kirin. 14. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 72. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. ev anîmasyona duyêmîne ku ez bi binnivîsa kurdî temaşe dikim.(Yen dî jî the prophet bû) herdu jî jihev xweştirbûn. Dema mirov li anîmasyona dimeyzêne,dizanê ku tiştên xerap tê de nînin,çiqasî tu lê dimeyzêne tu ji wan têr nabê, mîna pênîre diya min * Wellhasil mala biruya hayao miyazaki ava,seat xweş birayê hêja *



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 96
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: