the matrix

 Andy Wachowski Lana Wachowski

 Andy Wachowski Lana Wachowski

 1999


 Amerîka Avusturalya

 Îngîlîzî

 136

 Aksiyon xeyalî zanistî tirs

  (2020.12.14)

 simurg56 (2014.11.29)

 Hackerek navdar û veşartî ku di dawiyê de xwe digihîne rastiyê.


the matrix - Tirşik

the matrix


. di lîsteya min ya fîlmên nayên jibîrkirin de di rêzikên ewlîn de ye. heta niha çawa mijara wê nehatîye vekirin, ya ji wê jî ecêbtir, min heta niha çawa mijara wê venekiriye gellek matmayî bûm. çimkî yekemîn fîlm e ku min wergerandiye kurdî. wergera wê di beşa fîlman de heye. fîlma matrix di sala 1999an de hate nîşandan. bandorek mezin li ser hezkerên sînemayê kir. di eslê xwe de fikra ku xwe li ser wê ava kiribû, ne aîdê wan bû û berî hezaran salan platon jî di metafora xwe ya "sîyên di şikeftê de" behsa tiştekî wisa dike. tişta ku matrixê derdixist pêş ew bû ku ev fikir li gorî dinyaya îroyîn hatibû rojanekirin û bi senaryo û efectên pir baş hatibû xemilandin. di eslê xwe de tenê salek berî matrixê fîlma Dark City derketibû ku li ser esasek hevpar hatibû kişandin. fikir raserast ne eynî be jî, pir dişibîya. lê ji ber ku ew fîlm di atmosferek gelek katastrofîk de derbas dibe û fîlm gelek tarî ye û efektên fîlmê wek yên matrixê ne bandorker in, haya kesî ji vê fîlmê tune. lê em dikarin bêjin ku bavê matrixê ev fîlm e. karakterên fîlmê yên wekî neo, trinity, morpheus û sîxur smith her yek xwedî cihekî taybet in di hişê hezkerên fîlmê de. ev jî sedemek girîng e di hezkirina fîlmê de. di navê navberê de navê morpheus ji mîtolojîya yewnan tê ku di mîtolojîyê de navê xwedayê xewnan e. jixwe di fîlmê de jî morpheus mirovan dixe matrixê yanî dixe xewê. her wiha navê morfînê jî ji heman kokê tê. dîsa navê keştîya morpheus jî xwedî wateyek e: nebuchadnezzar. navê qralê babîlê ye ku li gorî tevratê, hewl saye ji her xewnekî xwe re wateyek bigere. morpheus jî mîna wî li pey wateya xewna xwe ye. li dû wê bawerîyê ye ku wê mesîhek/xelaskerek were û di şerê dijî makîneyan de serkêşîyê bike. nebuchadnezzar ew kes e ku baxçeyên babîlê daye çêkirin. di fîlmê de navê bajarê dawîn ya mirovan jî zion e. ku ev nav jî navê qudsê ya di tewratê de ye. nebuchadnezzar bajarê qudsê ji binî vê wêran kiriye û cihûyan belawela kiriye. navê trinity jî, jixwe rasterat navê bawerîya îsewîyan e: bav, kur û gîyana pîroz. rêzeya fîlmê 3 fîlman pêk tê. piştî 18 salan jî vaye fîlma 4. tê fîlma çaremîn wê di 21ê gulana 2021an de were weşandin. çaremîn fîlma John Wick jî wê di heman rojê de were weşandin ku serlistikvanê vê fîlmê jî dîsa Keanu Reeves e.



Array. Fîlma ku simurg56 wergerandiye li ser telegramê bi binnivîsa kurdî hatiye weşandin: Here lînkê






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 91.5
(imdb: 8.7)
pûanê bide fîlmê: