Majid Majidi Fouad Nahas Nasser Hashemzadeh
96
endazer (2016.09.26)
yusuf zilamek 45 salî ye, 8 saliya xwe de ji ber qezayekî kor bûye, li zanîngehekî profesoreke binavûdeng e, ligel jina xwe û keça xwe ya biçûk jiyaneka wî ya xweş û aram heye, ji bo derman bibe diçe parîsê û li wir bi teadûfî hîn dibe ku çareya nexweşiya wî heye, li wir derman dibe û piştî 37 salan cardî çavê wî bi dinyaya gewrik vedibe, lê tu tişt wekê ku hêvî nake nabe û naçe serî.
. fîlmeka mecîd mecîdî ye, navê wê yê rast Beed-e majnoon (bîde mecnûn) e, bi kurdî û kurmancî bîşeng an şengebî. di fîlmê de yusuf (Parviz Parastui) mêreke 45 salî ye, 8 saliya xwe de ji ber qezayekî kor bûye, di zanîngehekî de profesoreke binavûdeng e û li ser helbestên mewlana dersan dide, ligel jina xwe roya (Roya Taymourian) û keça xwe ya biçûk meryem jiyaneka wî ya xweş û sade heye. rojekî ji bo nexweşiya xwe diçe parîsê û li wir bijîşk jê re dibêje ku ihtimal heye çavê wî derman bikin, bi operasyonekî çavê wî cardî dibînin. berî operasyonê gelek dua ji xwudê re dike, ji bo xwudê rêya wî rohnî bike, û soz dide dibêje eger rêya wî ronî bike wê tu carî ji ya wî dernekeve. xwudê lê tê rehmê, çavê wê rohnî dike, lê nefsa wî û şeytan bela xwe jê venakin, tima û çavbirçî dibe, tiştên dibîne lê dibin bela. |
|