ben x

 Nic Balthazar

 Nic Balthazar Rik D'Hiet

 2007


 belçîka holenda

 flemenî elmanî

 93

 dram rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.12.26)

 Xortek bi sendroma aspergerê ku di jiyana xwe ya rojane de binketî û şikestî ye lê di cîhana lîstikên komputeran de xwediyê payeyek bilind e, carina sînora van her du cîhanan wenda dike.


ben x - Tirşik

ben x


. (bnr: sendroma asperger) fîlmek di derbarê xortek bi vê sendromê ye. weke di mijara sendroma aspergerê de jî hatiye ravekirin, ev nexweşî cûreyeke otîzmê ye ku nexweş bi mijarek re gelek eleqedar dibin û dikarin hemû jiyana xwe li se lêkolîna vê mijarê biborînin. di fîlmê de "ben" xortek wisa ye, hemû jiyana wî lîstikeke komputerê ye lê neçar e here dibistanê jî. ji xeynî dibistanê tu jiyana wî ya sosyal tune, jixwe li dibistanê jî hema tenê henekên xwe pê dikin û wî diperçiqînin. her ku diçe, ben, sînora di navbera jiyana rastîn û ya di lîstikên komputeran de wenda dike. gelo taktîkên di lîstikan de, di jiyana rastîn de jî kêr nayê? di despêka fîlmê de, di hevpeyvînê de diya ben wisa dibêje "ji bo ku tişt werin fêhm kirin, diviyabû kesek bimira". mirov heta nîvê fîlmê jî dibêje "gelo min temaşe nekira??" lê paşê senaryo balkêştir dibe û diherike. lîstikvaniya ben (Marijke Pinoy) jî gelek serkeftî bû. min di beşa fîlman de 85 pûan danê.






  • ben x0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: