117
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
simurg56 (2017.01.04)
Nostromo navê keştiyeke fezayê ye. ji bo peydakirina madenan li ser kar e. kar qediyaye û niha li ser riya vegera dinyayê ye. li ser riya vegerê, bi awayek tesadûfî rastî sînyalek tên ku her 12 saniyeyan dubare dibe. bi baweriya ku belkî sinyalek ji bo hawarê be, ber bi çavkaniya sinyalê dibin. çavkanî gerstêrek biçûk e. dema li wir keşfê dikin li gel sinyalê mehlûkên xeternak dibînin.
. fîlmek Ridley Scott e. di sala 1979an de hatiye nîşandan. yanî li gorî îro, berî 39 salan...
lê li gorî dema xwe, xwediyê dîmenên gelek baş e. (mîna fîlma 2001: A Space Odyssey ku 11 sal berî wê hatibû kişandin) û ji ber vê yekê jixwe xelata oscarê standiye.
mijara fîlmê fezayî ne. keştiyeke lêkolîna madenan di peywira xwe ya dawîn de bi milyonan ton maden bar dike û dikeve ser riya vegerê. di nîvê rê de, ji gerstêrek nenas sinyalek distînin. ev sinyal her 12 saniyeyan dubare dibe. belkî s.o.s be. ji ber şertnameya karê wan, neçar in ku herin vê sinyalê kontrol bikin. ew jî wisa dikin û diçin wê gerstêrkê.
li wir keşfên ku heta niha nehatine kirin, dibînin. nifşek gelek bitalûke ya fezayîyan, rûyê xwe yê tirnak nîşanî wan dide û wan dixe belayê canê xwe.
fîlm xweş e. dema mirov bi psîkolojiya wan salan temaşe bike, gelek bandortir dibe. lê ger niha bi vî halê xwe jî weke fîlmeke sala 2016an bihata sînemayê wê zêde kêmasî bal nekişandan. ger weke fîlmek ya tirkan îsal bihata sînemayê, wê ji aliyê tirkan ve weke serkeftinek gelek mezin bihata nîşandan *
şert û merc û rastiyên wê demê nizanim lê di fîlmê de hinek bêmantiqî jî hebûn tabî. ji ber ku ev fîlmeke cîdî ya cûreya honaka zanistî ye, mirov dikare van rexneyan bike.
spoilerê veke
|
|
Array. (bnr: gerdûna alien'an) |
|