arrival

 Denis Villeneuve

 Eric Heisserer Ted Chiang

 2016


 amerîka

 îngîlîzî rûsî

 116

 dram nepenî rageşî honaka zanistî

  (1970.01.01)

 gumgumok (2017.01.29)

 When twelve mysterious spacecraft appear around the world, linguistics professor Louise Banks is tasked with interpreting the language of the apparent alien visitors.


arrival - Tirşik

arrival


. ji fîlmên ku di carekî de nayên fêhmkirin e. ya rastî, tê fêhmkirin lê divê mirov hinekî li ser bifikire. fîlmek ji cûreya honeka zanistî ye, lê ne fîlmek klasîk yê ji vê cûreyê ye. yanî dem a honaka zanistî tê gotin, çekên pêşketî yên ku cûfcûf dikin û şerên fezayî an jî jîndarên fezayî tên bîra mirov.. lê ev fîlm ne wisa ye, hinekî felsefîk e. min ji fikra fîlmê gelek hez kir lê ya rastî fîlmê nekarî min têxe kelecanekê. dîsa jî min 92 pûan danê.

di fîlmê de jîndarên fezayî tên dinyayê û li 12 cihên ji hev cûda, keştiyên xwe tenê 1-2 metre ji erdê bilind, li hewayê bi cî dikin. piştî şoka ewilîn, li her welatî, hêzên taybet dikevin hundirê van keştiyan û tên ber hizûra fezayîyan. li vir mirov hewl didin ku bi van biyaniyan re têkevin têkiliyê. lê ji zimanê hev û din fêhm nakin. di vê pêvajoyê de, her dewlet, bi yên din re, agahiyên ku bi dest xistine, parve dike. Dr. Louise jî zimanzanek navdar e û li ser navê amerîkayê, van lêkolînan dike. piştî ku peyva çekê ji fezayîyan dibihîsîn û fezayî dibêjin ew ê çekek bidin wan, hemû dewlet dikevin kelecanekê û têkiliya xwe bi dewletên din re, dibirin. lê piştî ku hêviya wan ji fezayîyan namîne, biryara êrîşê digirin. di serî de çîn, gelek dewlet amadekariya şer dikin. di dawiyê de Dr. Louise êdî zimanê van biyaniyan fêhm dike. lê zimanê wan gelek cûda ye û efsûnî ye. her ku hînî zimên dibe, çavek din lê zêde dibe, êdî dikare pêşerojê bibîne an jî hîs bike. bi saya vê hêza vî zimanî, dikare şerê di navbera mirov û fezayiyan de rawestîne. piştî ku mesele safî dibe, êdî hemû mirovahî dikeve hewla hînbûna vî zimanî.
di fîlmê de behsa hîpoteza Sapir-Whorf tê kirin. li gorî vê hîpotezê, ziman an ji peyv şêweya şixulîna mejiyê mirov diyar dikin. û hişm mirov dema li ser zimanekê ava bû, êd, ne pêkan e ku zimanekî din %100 hîn bibe. di fîlmê de, her ku dr. louise hînî zimanê fezayîyan dibe, sînorên mejiyên wê radibin an jî deriyên veşartî yên zîhna wê vedibin û êdî hêdî hêdî dikare pêşerojê bibîne.



Array. Çend salan berê meteorek ketibûye sîstema rojê. Hinekan gotibû ew meteor ninû keştiya jindarên fezayiyan e. (bnr: oumuamua) -- Ew keştiyên di wê fîlmê de jî hebekê dişibin oumuamua yê. Dibe ku ji wê îlham xwarine.






  • arrival0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81.8
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: