the wind rises

 Hayao Miyazaki

 Hayao Miyazaki Hayao Miyazaki

 2013


 japonya

 elmanî îtalî fransî japonî

 126

 dram romantîk şer dîrok bîyografî anîmasyon

  (2020.02.22)

 gulêê (2017.04.09)

 filmê yekem e ku min ji Miyazaki temaşe kiriye. Bawerim fîlmê wî yê dawî ye jî. Detayên ku hatibûn dayin û çîrok çiqas xweş bû xweda. Min pir jê hez kir. Diyar e ku ez ê hemû fîlmên Miyazaki temaşe bikim.


the wind rises - Tirşik

the wind rises


. Fîlmê yekem e ku min ji Hayao Miyazaki temaşe kiriye, bawerim fîlmê wî yê dawî jî ev e. Anîmasyonekî pir xweş bû, detay û çîrok jî wisa.



Array. fîlma ku ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin. (bnr: koma wergera fîlman ya tirşikê) binnivîs ji rûpela fîlmê dikare were peydakirin; rûpela fîlmê: Here lînkê hûn dikarin binnivîsên fîlmê ji wê rûpelê daxin. ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê : Here lînkê



Array. Tevlî oscarê heta niha di dinyayê de ji 56an bêhtir xelat standiye. Animasyonekî zehf bi navdeng û girîng e. hayao mayazaki li gorî dilê xwe ev animasyon xemilandiye. Mesele di xewnên serlîstikvan şîro hemû deng ji aliyê mirovan ve hatiye derxistin. Ez jî tevlî koma wergera fîlman ya tirşikê me. Ev wergerîna min ya yekemîn e. Belkî kêmasîyên wê hebin. Heke hûn kêmasiyan bibînin, texsîr nekin, bêjine min. Da wergerên dî baştir bibin. Rêziman, peyv, hevok... Zimanê anîmasyonê Japonî ye. Û ez zimanê Japonî nizanim. Diviyabû ez ji zimanekî dî wergerînê bikim. Wergera min kirî hem li gorî ya tirkî hem ji li gorî ya îngîlîzî ye. Carinan wergerêên tirkî û îngîlîzî pir cûda bûn. J'ber vê yekê werger hinekî bi zahmet bû. Heta ji min hat min li gorî fêhmkirin û fikirina kurdî kir, da ku çêtir werê fêhmkirin. Rewşa me Kurdan, di tijbihê rewşa japonên wî wextî. ( Helbet japonên hingî ji kurdên îro pêştir in) . Lê feqîrî, rewşa xirab weke ya me îro bû. Divê zarokên me kurdan jîro ji xwe re mînak bigrin û weke wî dev ji xewnên xwe neberdin. Ji ber vê yekê divê xort û zarokên kurdan teqez vî anîmasyonê temaşe bikin. Temaşekirin bi kurdî xweştir e * YouTuber Barış Özcan jî behs kiriye.



Array. yekemîn anîme ye ku min temaşe kir. bi vê fîlma xwe gelek xelatan standiye. fîlm di derbarê salên şerê cîhanê ye. wan salan çiqas bobelat hatibin serê japonyayê, hemûyan di fîlmê de cî girtine. di fîlmê de tim tê dubarekirin ku japonya li gorî welatên rojavayî 10 an jî 20 salan maye di şûnde û loma him xemgîn in him jî bi vê yekê motîve dibin. min ji fîlmê hez kir. di hinek derbarbûna sahneyan de heçko kêmasîyên peygirêdanê hebû. mîna fîlmên tirkan yên berê. ji ber ku ev yekemîn fîlmê vî derhmnerî bû ku min temaşe kir, nizanim, lê belkî tiştek derbarê şêweya wî be. min fîlmê bi wergera gumgumok ya kurdî temaşe kir. bi rastî bêyî problem min fîlmê bikeyf temaşe kir. destên wî sax bin. ji ber ku ew bixwe jî wisa dixwaze, ez ê rexneyên xwe ji bo pêşvebirinê, lê bikim. 1- hema bêje hemû peyvên bi kar anîbû, yên standart bûn. lê wan peyvan bi awaya bilêvkirina xwe, nivîsandibû. binnivîs ji serî heta binî wisa bû lê ez dîsa jî çend mînakan bêjim: ênine: anîne sûnd: sond biqeherê: biqehire bikar ênin: bi kar bînin nizanim çima peyva "bêdewlet" jî di wateya "bê edalet" de hatibû bikaranî. ez pê kenîyam çimkî hevok wisa bû: "Kekê tu zehf bêdewlet î." min ji xwe re got, erê welle em hemû wisa zehf bêdewlet in, bi taybetî jî ihb. 2- hinek peyvên bîyanî, wek xwe mabûn. weke mînak: iodîne: mirov bigota tendurdîyot, wê herkesî fêhm bikira. an jî rasterast "dermankirin" jî wê kêr bihata. çend peyvên din jî wisa hebûn lê nayên bîra min. weke din qisur jê re tune bû. fîlmê jî ji herkesî re pêşîyar dikim. tê de dîmenên gelek xweşik hebûn. lê ez bawer im ez ê vê fîlmê her tim bi wê sahneya ku dema caproni ji balafirê peyda dibe, pêşîn hêdî paşê bilez lingên xwe dibezîne û mîna balafirekê laşê xwe datîne erdê. min versîyona hêdî ya binnivîsê jî amade kir û bi wê temaşe kir. min wê versîyonê li rûpela fîlmê bar kir, hedçî dixwaze dikare bi kar bîne: Here lînkê



Array. fîlma min 85 pûanan didimê.Fîlmeke hêja ye lê li gorî min gelek fîlmên hayao miyazakî ji veya baştir in. fîlmên hayao giş ji hev xweştir in û dibêm qey yeka nebaş jî tune ye. fîlm ji ber behsa salên 1923-1945 die perçe perçe çûye û têkiliya hin mijaran ji hev nemaye. lê bawerim xwestiye jîyana Jiro Horikoshi bide ber me. wergera bi kurdî ji hêla gumgumok ve hat wergerandin. Ji xeynî hin wergerên rêzimanî, kêfa min ji temaşekirina devokê wî re hat. Ya rastî piştî temaşekirina fîlm min xwest ku bi gelek devokan fîlman temaşe bikim. ji ber wê heke hun bixwazin, bi devokên xwe fîlman wergerînin, nesekinin wergerînin *



Array. Kartonfilmeke pir xweş e. Jixwe hemû animeyên Miyazagi serkeftî ne. Mijar, reng, xêz giş ji hev xweşiktir in. Min berê bi jêrnivîsa Tirkî temaşe kiribû. Îro min bi ya kurmancî temaşe kir. Kêfa min bêhtir jê re hat. Hevalê wergêr di kêşana lêkeran de bêhtir li gor herêma xwe wergerandiye. Ji ber ku ez jî Torî me pir kêfa min jê re hat. Lê hemû temaşevan ne Torî ne, ez dibêm xwendin wê ji wan re hinekî zor were. Nîşe: simurg56 gotiye peyva 'bêdewlet' di wateya 'bêedalet' de bi kar anîye. Li herêma me bê dewletî di wateya xwedî li xizmên derneketin e. Yanê heke tu jî xizmên xwe hez bikî tu 'bi dewlet' î. Heke tu ji wan hez nekî û li wan nepirsî 'bê dewlet' î.



Array. fîlmê ku qala jiyana jiro horikoshi bi nêrîna hayao miyazaki dike.

jîro, ji biçûkatiye xwe ji balafiran hez dikir, li ser balafiran kovar dixwendin, xewnên wî ji balafiran pêk diharin. bi kurtasî bi xeyalên balafiran mezin bû. û ji bo xeyalên xwe pêk bînê, endezyariya balafiran xwend, li pey xeyalên xwe çû da ku balafirek bi navê zero afirand






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85.9
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: