the boss baby

 Tom McGrath

 Michael McCullers Marla Frazee

 2017


 amerîka

 îngîlîzî

 97

 komedî fantastîk anîmasyon malbat

  (1970.01.01)

 mîr (2017.06.22)

 Fîlmeke anîmasyona zarokan e.


the boss baby - Tirşik

the boss baby


. Fîlmeke anîmasyona zarokan e, Min îro li sînemayê sêrkir. Fîlm bi deng, grafîk hwd. Biqelîte ye. Malbatekî heye piştî zarokê xwe yê ewil zarokekî dinê tîne dinyayê Piştî zarokê dawî tesîreke çawa dike li ser zarokê ewil, fîlm behsa wî dike. Fîlm bi çavê zarokê ewil tê nîşandan. Fîlmekî anîmasyon e, lêbelê min dît ku ji zarokan zêdetir malbatên xweyî zarok, bi taybetî ji dê û bavên ku zarokekî didu dixwazin bi wan re eleqedar e, ji bo hal û psîkolojiya zarokên ewil bizanibin sêr bikin baş e. Berê malbatên mezin hebûn, kalik, pîrik, ap hwd. Bi hev re dijîn niha malbatên diçine bajaran her ku diçe tenê dê û bav zarokekî yan jî du zarokekî dibe malbatekî serbixwe. Loma heke zarokekî meriv tenê hebe, ev zarok parvekirin, hestên malbatî hwd. Zêde nizane, bi vê mijarê fîlm serkeftî ye.






  • the boss baby0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81.5
(imdb: 6.3)
pûanê bide fîlmê: