a monster calls

 J.A. Bayona

 Patrick Ness

 2016


 amerîka îngîlîstan spanya

 îngîlîzî

 108

 dram fantastîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2017.07.07)

 Conor, serlehengê fîlmê ku zarokek 13 salî ye, li gel travmaya nexweşiya bêderman ya diya xwe tipûtenê ye. ji bo bikare li ber xwe bide û li ser lingan bisekine, tenê hevalek wî heye; cinawirê dara mezin ya li pêşberî mala wan.


a monster calls - Tirşik

a monster calls


Array. berhemek orjînal e. heçko ne fîlmek be lê tevlîhevîya pirtûk, roman, çîrok, fîlm û belgeselan be. atmosfera fîlmê hinekî giran e, tê de dîmenên fantastîk jî hene lê dîsa jî fîlm ji rastiyê û mantiqê qet d»r nakeve. ya rastî, tiştek nipûnû nabêje lê şêweya gotinê xweş bû. di fîlmê de zarokek 13 salî heye ku diya wî ji ber kanserê li ber mirinê ye. di jiyanê de ji xeynî diya wî kesek din tune ku xwe lê bigire. ji ber vê rewşa xwe, psîkolojiya kurik ji emrê wî gelek zêdetir gihayî ye lê di dawiya dawîn zarok e ku ji bo wendakirina diya xwe ne amade ye. di vê psîkolojiya xwe ya xerab de, cenawirê dara li hemberî mala wan tê alîkariya wî ku ji vê rewşa kambax, bi psîkolojiyek saxlem derkeve. dara ku diaxive, bêguman entên rêzefîlma the lord of the rings anî bîra min. min ji entan gelek hez dikir, vê yekê jî xweşiya fîlmê cem min zêdetir kir.






  • a monster calls0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 83.5
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: