87
ozjan xwenas (2020.07.14)
simurg56 (2017.09.27)
di salên 1990î de li gurcîstanê, li herema Abxazyayê şer hêdî hêdî belav dibe. hema bêje hemû niştecihên gundên estoniyan, vegeriyane welatê xwe. tenê du zilamên ku karê mandalînayan dikin. şer tê heta ber deriyê wî jî,
. fîlmeke gurcîstanê ye. behsa şerê salên 1990î dike ku le herema abxazyayê diqewime. ji bo alîkariya abxazyayîyan, çeçen jî hatine û tevlî şer bûne. li cihê ku fîlm lê derbas dibe, gundên estonyayîyan heye. lê ji ber şer, hema bêje hemû dev ji malên xwe berdane û çûne estonyayê. tenê kalê bi navê ivo maye û hevalê wî margus. bi hev re hewl didin berî ku şer were ber deriyê wan, mandalînayên li daran ve berhev bikin. lê şer ji texmînan zûtir tê ber deriyê wan û wan jî dide zorê ku xwe bidin aliyekê. li ser rexneya şeran, fîlmek bêaksîyon lê xweş e. ji saetek û nîvê kurttir e. |
|
Array. Fîlm di nav xwe de peyamên xweş û watedar dihewîne. Wer xuya dike bi butçeyek piçûk hatiye kişandin. Lê fîlmeke xweş derketiye holê Ji bo fîlmê kurtasî dibêjim. Şer dijminê mirovahiyê ye. |
|
Array. Muzîka filmê jî gelek serkeftiye.
vîdyoyê veke
|
|
Array. Fîlma gelek xweşik ku di programa koma wergera fîlman ya tirşikê de ye û wê di roja 18.06.2020 de bi kurdî were weşandin. Ji kerema xwe bila kes heta wê demê temaşe neke. |
|
Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê Ozjan Xwnas ve, li kurdî hat wergerandin.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
vîdyoyê veke
|
|
Array. agir bi welêt keve jî mirov dîsa dikeve şopa malên xwe. îja mandariinid jî heta nîvê qala vê dike. rebenê mêrikê yexçar û eskerê gurcî yê şanoger û çeçenê ku eskeriyê peredarî dike. di dawiya fîlmê de dilê mirov hineke aş dibe lê dîsa jî tehma dev xweş nabe. |
|