109
simurg56 (2017.10.09)
du birayên ku herkes wan weke hêkên qijikan nas dikin, xwarina pîzzayê ji xwe re kirine kûl û derd. ji bo vê, dikarin her tiştî bikin.
. fîlmeke hîndîstanê ye. mîna Slumdog Millionaireê, behsa serpêhatiyên du zarokên xîzan yên dilpak dike.
li perên bajêr, di odeyek bûçûk de ew, diya wan û pîrika wan di nav xîzaniyê de dijîn. rojekê nêzikî taxa wan dikana pîzzayê vedibe. ji ber dîtbariya dikanê, reklamên li ser tvyan û aktorê navdar ku hatibû merasîma vekirina dikanê, dilê wan gelekî diçe pîzzayê.
êdî armanca wan ya tekane, xwarina pîzzayekî ye. ji bo vê yekê her tiştî dikin û hinekî tiştan tevlîhev dikin.
fîlmek xweşik e. min 75 pûan danê. senaryoya wê bi wek ya Slumdog Millionaire ne tevlîhev û piralî ye. lê dîsa jî peyamên xwe dide.
spoilerê veke
|
|