alien: covenant

 Ridley Scott

 Dan O'Bannon Ronald Shusett Jack Paglen

 2017


 amerîka îngîlîstan

 îngîlîzî

 122

 tirs rageşî honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.02.04)

 berdewamiya fîlma prometeus. androîdê davîd û Elizabeth Shaw ji bobelata prometeusê filitîbûn û berê xwe dabûn welatê endezyaran(engineer). di sala 2104an de keştiyek li ser riya gerstêrka Origae-6ê ye ku li wir kolonîyek ava bikin. bi awayekê riya wan û davîd digihe hev û haya me ji serboriyên wan çêdibe.


alien: covenant - Tirşik

alien: covenant


. dewama fîlma prometeus e û rabirdûya rêze-fîlma alien e. fîlm behsa wextê di navbera prometeus û alien de, dike. lê tabî çîrok xelas nabe. di derbarê vî wextî de herî kêm 2 fîlm din jî wê werin kişandin. ji aliyê aksîyon vs ve, fîlmeke klasîk ya alien'an e. lê ji ber ku hinek parçeyên çîrokê digihîne hev û ronî dike, divê were temaşekirin. min 80 pûan danê. ji bo kesên ku fêhm nekirine;

sax-mayîyên prometeusê (davîd û Elizabeth Shaw) berê xwe dabûn gerstêrka endezyaran. lê di vê rêwitiyê de davîd shawê dikuje û li ser wê ceribandinan dike da ku nifşeke bêqûsûr ya alien'an biafirîne. wan diafirîne û berdide gerstêrka endezyaran. (tabî ger bi rastî jî ew bin) û wan hemûyan dikuje û gerstêrkê dixe destê xwe. paşê keştiyek, sînyalek ji vî gerstêrkî distîne û tê vir. dawîya dawîn, daîvd wan dide kuştin û dest datîne ser keştiya wan ku tê de bi qasê 2000 rêwiyên razayî hene. wê here gerstêrka Origae-6ê û nifşa xwe ya nû li wir jî belav bike.






  • alien: covenant0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 6.4)
pûanê bide fîlmê: