detachment

 Tony Kaye

 Carl Lund

 2011


 amerîka

 îngîlîzî

 98

 dram

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 gumgumok (2018.05.02)

 Jevqetîn, jevqutbûn, jevbelabûn. Behsa bêedaletiya civakî ya di navenda mirovan de dikê. Bi teyebetî behsa xort û keçên ji malbat û rastiya jiyanê dûrketî, jinan û mamosteyan dikê. Yanî merivê hevîşikestî go ji jiyanê û civakê tên veqetandin... Ne behsa serkeftinekê an jî çareseriyekê dikê, tenê rewşê darîçav dikê. Fîlmekî zehf xweş e.


detachment - Tirşik

detachment


. fîlma dawîn a derhênerê amerîkî tony kaye yê ku bi fîlma american history x li cîhana sînemayê deng vedabûye.. di fîlmê de aktor û aktrîstên navdar û serkeftî yên wekê adrien brody, marcia gay harden, christina hendricks, bryan cranston, lucy liu û james caan dileyîzin.. fîlmê ji gelek festîvalên navneteweyî yên fîlman xelat wergirtiye..
fîlm rexneyên tûj û dijwar li sîstema perwerdehiya dibistanên li amerîkayê digire û berê kadrajê dide ser alozî û arîşeyên ku wekê tumorekî hebîs laş û giyanê xwendekar û mamosteyên li dibistanê vegirtiye.. fîlm bi replîkên xwe bi jest û mîmîkên lîstikvanên xwe bi rastî jî hêjayî behs û pesn û wesfê ye..ji ber mijara xwe wek întîbaya ewilîn dibe ku fÎlmên klîşe ku her wextî tê de hêma û temayên wek xwendekarên berdûş û beredayî yên travmaxwarî û mamosteyên îdealîst yên ku di derba pêşîn nayên hejêkirin lê di dawiya fÎlmê de xwendekar daw û delinga wan bernadin hene bîneran re çêbe.. lê ev fîlm ji fîlmên din ên ku ji aliyê tez û mijara xwe ve di heman klasmanê de ne gelekî cihêtir û çêtir û serkeftîtir e..
di nav fîlmê de ji nivîskar û helbestvanên meşhûr alber camus û edgar allen poe jî pasajinin hene.. hêj gelek tişt hene ku divê mirov derheqê fîlmê de bêje lê divê pêşiyê ji bin wê hewas û atmosfera depresîf û melankolîk ya fîlmê derkevim.. axirê heçiyê bikaribe fîlmê bidest bixe bila xwe jê nehêle û lêvên xwe lê şirr neke.. the end..






  • detachment0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 7.7)
pûanê bide fîlmê: