midnight in paris

 Woody Allen

 Woody Allen

 2011


 spanya amerîka fransa

 îngîlîzî fransî spanî elmanî

 94

 komedî fantastîk romantîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.03)

 nivîskarek ku di serdana xwe ya parîsê de dilê wî dikeve vî bajarî, di gereke xwe ya şevê de ji bo nasîna vî bajarî derfetek bêhempa dikeve destê wî.


midnight in paris - Tirşik

midnight in paris


. bi îngîlîzî: "li parîsê şev"
fîlmeke sala 2011an e.

--- spoiler ---

nivîskareke hollywoodê ji bo gerê diçe parîsê û dilê wî dikeve vî bajarî. bi şev dema ku di kuçeyên parîsê de digere, hew dinêre ku çûye salên 1920î. nivîskarê ku jixwe heyranê wan salan e, kêfek mezin ji van gerên xwe yên li paşerojê distîne. bi nivîskar û hunermendên sedsala borî re dide û distîne û pirtûka xwe ya li ber çapê, li wan dide rexnekirin û hwd.
nivîskarê ku li ber zewacê ye, di gerên xwe yên li paşerojê de evîna rastîn jî dinase û dev ji destgirtiya xwe jî berdide.

--- spoiler ---

min ji fîlmê hez nekir. ji tevahiya fîlmê tenê çend hevok û fikir man di hişê min de.
yek ji wan: paşeroja ku li ber çavên me diçûrisin û em dibêjin qey ji serdema niha çêtir e, eslê xwe de îllûzyonek e. di her demî de hesreta ji bo demên kevintir, heye. ya rastî dawiya fîlmê, vê fikrê jî pûç dike.






  • midnight in paris0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80.3
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: