memento

 Christopher Nolan

 Christopher Nolan Jonathan Nolan

 2000


 amerîka

 îngîlîzî

 113

 nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.22)

 Leonard Shelby li otelên erzan dimîne û tenê pereyê nakît bi kar tîne. cilên lihevhatî li xwe dike û li erebeyên luks siwar e. ji dûr ve wek karsazekî ye. lê di eslê xwe de tenê li pey wî zilamî ye ku tecawîzî jina wî kiriye û kuştiye. lê problemek mezin heye ku nexweşiya wî ya jibîrkirinê heye. her çiqas tiştên beriya "qeza"yê bi bîr bîne jî, car hene beriya 15 deqeyan jî ji bîr dike.


memento - Tirşik

memento


. filmek ji Christopher Nolan .
wateya memento agahname, ajanda ye .
min doh guhdarî filmê kir. yaw min di jiyana xwe de filmek ev qas tevlihev nedîtîbû . min ji dawiya filmê tu tişt fêm nekir. kesên ji filmên tevlîhev hez dikin, bila nerevînin.ji imdb yê 8.6 standiye.
bawer im armanca filmê, hiş wendakirin çi qas tiştek zehmet e bide fêm kirin e *

***spoiler***

yaw ev çi filmek tewşomewşo bû. film xelas bû min nekarî pirsek tenê ku tê bîra min bibersivînim. kesa diyabet kî bû ? teddy kî ye ? john g. kî bû dawiyê de hat kuştin ? ê di nexweşxaneya mejiyê de leonard bû ? sammy jenkins rastî jina xwe kuşt ? an sammy jenkins, lenny e ? min ji internetê hinek nêrî lê min nekarî bersiva van pirsan bibînim.
vê navberê de natalie çi mirovek orispî ye yaw. tif dike di bîraya zilam de û dide vexwarin. armanca te çi ye yaw . xwezî wê navberê de hişê zilam bihata te bidîta.

***spoiler***

herkesê gotiye filmek bêhemapa felani yaw gora çi bêhempa. puanê filmê ecêv bilind e. ji ber ku piraniya mirovan dema filmê fêm neke dibêje filmek ecêv baş bû . film zêde tevlihev e . herkes gotiye min 2-3 caran guhdarî kir ji bo fêm bikim. ê yaw qey ev tiştek normal e. çima sabavê derhêner wek mirovan tişta ku dixwaze bêje nabêje.
welhasil hewce ye carek din guhdarî filmê bikim.



Array. fîlma ku ev du car in ez xwe lê diqewimînim lê ji ber ku di ber xewa min tê ez nikarim dawiyê lê bînim e.. fÎlmek overrated e piraniya kesên ku darî fÎlmê dikin jê fêm nakin lê ji ber ku otorîteyên sÎnemayê puanek berz û bilind dane fîlmê û di hirde û wirde gelek pesn û wesfên fîlmên tên dayîn feqîran li ser milê xwe re nabin ku bêjin me tu gû jê fêm nekir.. ji xwe piraniya fÎlmên ku tê de karakterên şîzofren û paranoyak heyîn yên wekê vê fîlmê û fÎlma fight clubê jş heddê xwe ziyatir bal û eleqe kişandiye.. mixabin hîn gelek kes bêyî ku guh bidin aqil û mentiqa xwe û derheqê tiştekî de bibn xweyî hizr bi dû otorîteyên ku bi hukmê çapemeniyê kursiyên wan tên cîlakirin û biriqandin dikevin û bes destê xwe ji hev re lev didin.. û nezanînê an tênegihiştinê wek eyb û kêmasiyekî dibînin..






  • memento0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 77
(imdb: 8.4)
pûanê bide fîlmê: