friends

 nA

 David Crane Marta Kauffman Ted Cohen

 1994


 amerîka

 îngîlîzî elmanî îtalî fransî

 22

 komedî romantîk

  (1970.01.01)

 xelîl (2018.07.15)

 Rêzefîma sîtkoma amerîkî. Di navbera 1994-2004 de 10 sal didome. Rêzefilm li ser serpêhatînên 5 hevalên ku ji hev re pirr nêzik in diqewime. Friends di diroka rêzefîlmên amerîkî de yek ji 10 rêzefîlmên herî zêde hatiye temaşekirin e.


friends - Tirşik

friends


. yek ji rêzefîlmên sitcom a herî navdar a cîhanê ye û çawa mijara wê li tirşikê venebûye şaş mam (rêzefîlmê min li tirşikê zêde kiriye* hayîn kostok*!). di navbera salên 1994-2004an de 10 sezon û 236 beşên vê rêzefîlmê hatine weşandin. rêzefîlm li ser jiyan û serpêhatiyên 6 ciwanên ku 20 saliyên xwe de ne hatiye honandin. cûreya wê komedî û romantîk e û ji aliyê kanala nbcyê û bi derhêneriya david crane û marta kauffman hatiye kişandin. 6 lehengên sereke yên rêzefîlmê hene ku ji hev gelek cûda ne: - chandler Bing (Matthew perry): lehengê herî komîk û sarkastîk e. ji ber pirgirêkên dêûbavên xwe, têkiliyên wî yê civakî hinek qels e.* - Rachel Green (jennifer aniston): lehenga herî needilî lê herî bedew û xwingerm û dilzîz e. bavê wê dewlemend e lê perê bavê xwe red dike û dixwaze xwe bi xwe debara xwe bike. - joey tribbiani (matt leblanc): lehengê herî pak û jidil û qeşeng e. aktorekî neserkeftî ye lê bi rola dr. drake ramoray hinek navdar dibe. - monica geller (courteney cox): lehenga ku wek diya grubê ye. aşvan e û xwişka ross geller e. - ross geller (David Schwimmer): lehengê herî zana û entellektûel e lê hinek ziyanok û tewş e. profesorê palaentolojiyê ye û ji dînozoran pirr hez dike. birayê monica geller e. - phoebe buffay (lisa cudrow): hahahaha dema phoebe tê eqlê min bê hemdê xwe dikenim*. lehenga herî sosret û cihê ye. jiyanek trajîk jiyaye lê dema çîrokên xwe yên xemgîn dibêje şûna ku dilê meriv bisoje, meriv ji kenan zikopişto dibe.* masor e û li hemberî her tiştê ye. gotinên ku ji rêzefîlmê mane hişê min de û carinan di sohbetan de bikar tînim*: (bnr: how you doin') (bnr: We were on a break!)



Array. rêzefîlmek efsane ye. tê de xwe dişibînim rebenê ross.* favoriya min jî phoebea delal e. hevaltiya wan pir xweş e. wekî di gelek fîlmên piştî salên 90î de populer bû, ev rêzefîlm jî li ser îdealîzma malbatê bilind dibe ya ku bi hilbijartina hevalên baş û qenc hatiye avakirin.



Array. Min qet temaşe nekir û ez ê temaşe nekim. Ji ber ku gelek populer e. Tiştên populer hez nakim. Lê mirovan gelek hez dike û pêşniyar dike.



Array. gelek pesnê vî filmî tê dan ji teref tirka mîna breaking bad .. li gor peyvê tirka merov dibê qey breaking bad ji bihuştê hatî ye lê ne wisa ye . ev jî nepox e an na nizanim lê çêtir e ji wan rêzefilmên sezon dirêjkirî ez bawer im .



Array. çend cara min hewl da ku ez temaşe bikim, min kir nekir nikaribûm biqedînim, hema ji min re sar û xav hat, hê jî wisa xuya dike.



Array. van rojan ezê destpêbikim li gor hevalên derdora min rêzefîlmê herî baş e



Array. Rêzefîlma ku min du sezonê wê ên ewilîn ancax sê mehan de qedand lê pişt re wek avê herikî. Mirov fahm nake çawa dest pê dike lê wexta min qedand hingî elimî bûm ketim nav valahiyekê. Carna hê jî bêriyê dikim.



Array. min bi tenê ji bo (bnr: chandler bing) temaşe dikir. zanîngehê bûm, dem xweş bû.



Array. Dema ku min dixwast îngîlîzîya xwe pês bixim Di nav çend rojan da hemûçkî xilas kiribû*



Array. Piştî temaşekirina vê rêzefîlmê, min fam kir ku ti rêzikên sitcomê yên din di vê ast û kalîteyê de ne. Dema ku sezona yekem a rêzefîlmê dest pê kir ez ji dayik nebûm. Min bi wî çavî sezona yekem temaşe kir. Min dît ku dinya çawa bû, dema ku ez neçûm mirov çi dikir * heval rêzefîlmek qalîteya efsanewî ye. In di vê rêzefîlmê de, lîstikvanê ku min herî pir eciband, ku min nêzîkê xwe dît û herî zêde keniyam Rachel bû. lîstikvana mezin. Ez wê hinekî, hinekî saf û xwezayî bi xwe didim ber hev.



Array. Rêzefîlmek gelekî pêkenok e. Mirov gava nû bidest dike beşên serî zû derbas nabin. Lê piştî yek lehengan nas dike çend beş derbas dibin mirov nêma dikare xwe jê bigrê. Gava mirov lê temaşe dike wekî ku li paşerojê temaşe dike hîs dike. Ji ber 1994-2004 hatî weşandin. Hindik mayê ez xelas bikim ya rast ez naxwazim xelas bibe jî ber wê ez hindik hindik temaşe dikim ahshajja. Ew nivîsa min ya pêşî ye û ji ber derheka friendsa jî ez kêf xweşim.



Array. sitcomeke xweş e. di sezonên destpêkê de mirov hin deman bêhnteng dibe, dixwaze rêzefîlmê di nîvî de bihêle lê bi sebra eyûb pêxember, pê re pê re rêzefîlm xweştir dibe û mirov hew dikare xwe jê bide aliyekî. her karakterekê rêzefîlmê bi serê xwe xwediyê kesayet û taybetiyên ecêb in lê ji aliyê din gelekî ji rêzê û sade ne. mirov di jiyana wan an têkiliyên wan de li rastê çîrok û serpêhatiyên xwe tê û ev bêhna mêriv fireh dike. ji bo karakterên rêzefîlmê gelek kes pesnê phoebeyê didin lê li ber dilê min lehengê herî şirîn û komîk bi ehmaqî û dilê xwe yê qenc joey e. (bnr: how you doin') * û dîsa ross, rachel, monîca, chandler... tev wekî ku ji malê ne, hîç ne xerîb in.



Array. vê taliyê heval û berbihêra min a herî nêz bû lê ew jî wekî her tiştî ber bi dawiyê ve diçe êdî. karakter zêde ne domînant in j loma zehmet e mirov bêje min herî zêde hej filan karakterî kir. ji mêran dilgermî û dilpakiya joe û ji jinan jî jinbûna monicayê ku tevî hemû qisûrên xwe yên wekî oks, hirs û mûkemeliyetxwaziyê wek peykerekî antîk tevî hemû beşên rêzefîlmê destê xwe ji bîneran re li ba dike bala min kişand. di dinyayeke din de min gelek dixwest li dû monîcayê bêjim jneka, jinekaaa!! têkiliya ross û rachel ya toksîk li gelek cihan dilê min li hev xist. rachela dilkoçer ku nizane çi daxwaze, berê xwe bide çi dilê wê li ser ya li dû xwe hiştiye dimîne û rossê dudil û newêrek ku newêre ya dilê xwe bêje wekê taviya biharê dike gurmînî lê nabare, ji ber wan ji wê atmosfera germ û samîmî ya rêzefîlmê dûr diketim carinan. phoebe û chandler karakterên tîpîk yên traumatîk wek dekorekî disekinîn. û min dil heye li enqere ciheke wek central perk cafe, cihê lingê xwe û çend hevalan çêkim. ez bi ser xwe de bêm ez ê dest bi bijarteyan bikim ;)






  • friends0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 92
(imdb: 8.9)
pûanê bide fîlmê: