supernatural

 nA

 Eric Kripke Andrew Dabb Robert Berens

 2005


 amerîka

 îngîlîzî

 44

 dram fantastîk tirs nepenî rageşî rêzefîlm

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2018.09.20)

 du bira, li pey bavê xwe dest bi karê wî ya nêçirvaniya cinawirên derîxweza dikin.


supernatural - Tirşik

supernatural


. rêzefîlmeke temendirêj e, 13 sezonên wê hene. du bira, piştî windabûna bavên xwe, dest bi lêgerîna wî dikin û ev gerîn wan dike nêçirvanên cinawirên derîxweza. min niha dest bi temaşeya wê kir û di sezona ewil de me, beşa 6. temaşe dikim. tirsnakî/xof hêmana sereke ya senaryo ye. li gorî gotinan piştî sezona 7. bûye mîna kurtlar vadisi lê, ne xema min e, ez ê heta çû, lê binerim. (xwezî navê orijinal tenê derketibaya, lê heta demekî em ê bi navê wê ya almanî jî himêz bikin *)



Array. s01 b19 her diçe hêmanên drama zêdetir dibe. a bi xêr berê ji xwedê piştî ji senarîstan. -portreya dean dişibe amerîkayiyên ji rêzê lê sammy nola îdeala amerîkayiyan xuya dike. ji-xwe-baweriya wî (ya dean) ji hemû taybetmendiyên wî zêdetir li pêş e. li hemberî fermanên bavê xwe, tu taybetmendiya wî namîne, tenê dike wekî robot, tu pirsîn, guman hwdn tune ye. li vir îdaya freud tê xêzandin, birê mezin, şahê qûlibî ye. sammy-yê bextreş, nehesiyaye lê her diçe şah dibe.



Array. s02 b04. mesela malbatî, êdî zêdetir rûdine. kêfa min ji têkiliyên wan ên navmalbatî nayê û xuya ye ev taybetmendî yahemû amerîkayîyên spî ne. digirîn, tu kes nabêje ka were ez te himêz bikim, hema maçî bikim. ber didin, qey tu dibêjî, dibêjin hema ji qehran bimire. la kuçûkbav, ew birayê te ye. . hîn sezona 2. e lê, bi ya min senarîst, bêplankirî, nasnameya medyûmî ya sammy paş guh dikin. bêwate. [spoiler: ya rast, fînala sezona 1. di derekî xweş de xilas kiribûn, me got va mirin, lê mîrato çûn dîsa dean kirin ya mirinê. li vir wekî nîşana hezkirina bavî bi kar anîn û ew şeytan û bav danîn rûniştin heman maseyê. ne li bendê bûm, feqet dipirsim, ev hewce bû gelo? yanî, rûhê xwe firot şeytên û niha xweştir bû? drama drama drama... . sammy jî mîna drag queen e bêbavo. hema tu yê bibêji galile çewt e, li horta pergala kaînatê ne tav, lê sammy heye. temam emrneqûto, tu çi ji deanê reben dixwazî. hayyyy . "mirî divê mirî bimîne", ev du car in ji mirinê filîtî dean û niha vê peyvê dubare dike. ka ew ê çi bibe, em ê lê binerin.]



Array. s02 b07 asoxî senarîstan dev ji dramaya navmalî ya winchester berdan û di beşa 7. a sezona 2. de ti qala mirina dê û bav nekirin û di vê beşê de bersivê dan min ku ev demek dirêj e min meraqa dikir, ka ev birayên nêçirvan her tim têdiketin cihên krîmînal û ma qey ti hêzên ewlehiyê şopa tiliyên wan hwd. berhev nedaye. ev beş, ji yên din bêhtir nêzîkî rastiyê bû. û bû yek ji favoriyên min. ... divê çend bnr-an li bin vê mijarê zêde bikim ku naveroka rêzefîlmê zelaltir be: (bnr: ruh) (bnr: xwînmêj) (bnr: spêle) = (bnr: xeyalet) (bnr: zombî) = (bnr: şeytanqûnî) * (bnr: yamyam) (bnr: pîrhebok) (bnr: tulpa) (bnr: cin) * (bnr: şeytan) (bnr: îblîs) (bnr: paranormal) (bnr: derexwezayî)



Array. s02 b16: heta niha min gelek beşên ji aliyê senaryo ve serkeftî temaşe kir di vê rêzefîlmê de û xuya ye di nav 13 sezon de ez ê gelek ên din jî bibînim lê min xwest ev beş li vê derê qeyd bikim bi navê romantîzma xeyaletî. bi rastî jî dema çîroka molly mcnamara eşkere bû, çavên min bel bûn, giriyeke tenik bi wan hat û şewateke emirqût di pozê de peyde bûn, her wiha meraq û tirs ji xwe hebûn. ya rast ew e ku divê ev senaryo bibaya çîrokekî rastî ku bi min dê wêje ji wê hez kiribaya. bonus: s02 b15: kenê meriv bi vê beşê gur dibe, fezayî lawik direvînin, wî dikin "objeya seksê" û bi wî re slow dans dikin. asdfgh * zêdeyşina paşî: hele tu lê! s02 b17: temam dramaya guremirovî ne tu îcadekî nû ye û ji nav wan de favoriya min wolf childrena mamoru hosodayê ye, têra xwe ez giriyabûm bi hulkekufî lê ev beşa spn jî bi stîla xwe dramayek gelekî serkeftî pêk aniye.

bêçaretiya sammy û jixwebaweriya dean a ku rehetiya meriv xera dike, bi rastî jî pir xweş hatiye rêdan. temam ji bo dilgirêkiyeke mezin, tenê serê xwe beşek têrî nake, meriv dikare li vê beşê xe ji ber vê honandina qels feqet sehneya dawî ya kuştinê her tişt ji bîra temaşevan dibe ku ew hêsirka dean î hesinemirov û denqê teqîna sîleh ji hêla dramayê ve gelek serkeftî bû. belê giriyam. bi lerzelêv û xwezîdaqurtinê.



Array. "xencera kurdan ku pelîdn dikujê." Ev hevok di rêzefîlmê de tê bikaranîn. Lê di dublaja tirkî de hat rakirin. Heger li şûna ”xencera kurdan” peyva ”tirk” bihatana bikaranîn, dê wek nûçeyek mezin parve bikirana. Lê dema mijar dibe Kurd, bi bêexlaqî sansûr kirine. Kurdofobi dijwar e*



Array. bi asayî dû werza pêncan ê biqedîyaya lê hengî jê hat hezkirin dewam kir heya 15yan. heya werza 5. tekûz bû û bi ya min bûya wê demê biqedîyaya çêtir bû. piştî werza 5. jî hin werzên xweş hebûn lê dîsa jî ne hêja ye mero darî 10 werzên dawîn bike.

di beşa dawîn a werza 5. de sam dimire. zincîre jî dê wilo biqedîyaya lê di dawîya beşê de sam vegerîya û zincîre berdewam bû.






  • supernatural0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 8.4)
pûanê bide fîlmê: