shutter island

 Martin Scorsese

 Laeta Kalogridis Dennis Lehane

 2010


 amerîka

 îngîlîzî elmanî

 138

 nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.10.13)

 di sala 1954an de li girtîgeh/nexweşxanayeke ku li giravekî ye, girtî/nexweşek ji nişka ve wenda dibe. polîsê taybet Teddy ji bo lêkolînê tê giravê. ji bo wî wê karekî gelek taybet be.


shutter island - Tirşik

shutter island


. piştî demek dirêj, yekem fîlm e ku min 100 pûan dayê. dema nû derketibû, min bi qasê 15 deqe fîlan lê temaşe kiribû û ji ber ku xewa min hat, min girtibû. dema fîlmek nîvço dimîne jî ez êdî piranî lê venagerim bi salan. ji bo fîlmên wisa me bi hevalan re digot fîlmên bîjî. welhasil min îro temaşe kir û gelek jê hez kir. him ji aliyê senaryoyê ve him jî ji aliyê aksîyon û dîmenan ve têr û tije bû. di fîlmên wisa de, gelek caran zêde zêde bûyerên bêmatiq balê dikişînin. lê di vê fîlmê de bi ya min tu tiştekî deraqil tune bû. heçî bifikire ku temaşe bike, bila qet dudilî nebe û bila qet şîroveyan nexwîne di derbarê de. da ku tama senaryoyê sar nebe.



Array. fîlmekî min herî ecibandiye. heyrana senaryoyê mam. wan rojan dîsa temaşe bikim. 2 sal berê min temaşe kiribû



Array. li va salen paşi sinemeya dinyaye guhariye, dema bere go filim di hatin kişandin mijar li ser;bûyer ,fikir ,aksiyon u komedi bu... lê va salen paşi sinema li ser nexweşiye ruh hîm danîye. Di ve mijareda derhêneri heri navdar David Lynch'e. Shutter island ji filimeki li ser nexweşiye ruhe,di nav filime kultde te jimartin. Beri çend sala min le temaşe kiribu. Di be ez carek diji temaşe bikim.



Array. Fîlmeke pirr baş e. Jixwe Hama bêje hemû fîlmên di caprio xweş in. Lê tevî ku min şeş heft sal berê temaşe kiriye hê jî dudil im ku di fîlmê de di caprio bi rastî jî Berî ku bê girava zindanê dîn bû an ji bo ku gendelîyên gerînende û berpirsên giravê dernexine meydanê hetiketa dînbûnê pê ve kirin piştre dîn bû an jî jixwe dîn bû û hemî senaryo fantaziyên ew şîzofrenê caprioyî bû... Niha pirr nayê bîra min divê careke dî temaşe bikim.



Array. Fîlma ku min beriya salekê temaşe kiribû. Ji tîpa Caprio hez nakim loma min ewilîn nexwestibû temaşe bikim lê qet poşman nebûm.

Bi ya min serleheng nexweş e. Çimkî çaxa ewilîn tên giravê li ber têlên bi ceyran disekine û ji şirîkê xwe re dibêje "min berê derekî wisa dîtibû" û şirîkê wî jî bi awayekî qerfane lê dinere û ji ber ku nikare tebenca xwe derxe mirov dizane şirîkê wî ne dedektîf e. Ser de jî bi rastî jî ew navên di hişê wî de giş ji heman tîpan pêk tên. Ev nikare bibe rasthatinek. Min vana temaşekirina dudan de ferq kir.



Array. Fîlma ku min pir jê hez kirîbu jixwe dî caprîo hebû û pir serkeftî bu. Lê fîlm piştî temaşe kirîne pir pirsa hişê mirovî de dihêle ev jî dike ku mirov qet vê fîlmê ji bîr neke.



Array. Fîlmekî efsûnî ye. Bi xêra Lîstikvanî û senaryoya bêhempa, hezar sal derbas bibê jî ev fîlm ji qedr û qîmetê xwe tiştekî winda nakê. Kesên sînemahezker dîve vî fîlmî neberdin.



Array. yek ji wan fîlman e ku min ji sê carî zêdetir temaşe kiriye. yanî li gor krîterên min dikeve kategoriya fîlmên hêja.



Array. Yekemîn fîlmê ku mêjiyê min serûbin kiriye. Min heya hingî jî Di caprio di roleke wilo nedîtibû. Xweş bû. Duyemîn fîlmê ku mêjiyê min serûbin kirî jî the handmaiden bû.



Array. Di serî de Tevlîhevî û nepeniya fîlmê dibe ku we aciz bike Lê dawîyê de hûnê tam û lezetek jê bigrin ku qet nepirsin. Guh û çavê xwe ji fîlmê neqetînin. Temaşekirina min a duyem bû *



Array.

"Kîjan xirabtir e - wekî cinawir bijî, an wekî merivek baş bimirî?" Fîlma ku min hinî seyr kir. Bi rast gellek serkeftî ye. Hinekê dişibe a beautiful mindê hinekê jî dişibe squid gameê.






  • shutter island0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 93.2
(imdb: 8.2)
pûanê bide fîlmê: