Ozan Açiktan Ozan Güven Fethi Kantarci
120
simurg56 (2019.03.16)
fîlmek di derbarê şerê bosnayê de ye. xortê bi navê salih ku li êtimxaneyê mezin bûye, dema dikave hejdehsalîya xwe, ji wir derdikeve û dikeve pey şopa malbata xwe. wan dibîne jî lê trajedîya wan jî hîn dibe û divê niha bi vê paşeroja xwe re rû bi rû bibe.
. fîlmeke tirkan e. wê rojê di tvyê de lê rast hatim. fîlmek ne xerab bû. yanî li gorî standartên sînemaya tirkan. ji dîalogan bigire heta rengan û atmosferê. di derbarê şerê bosnayê ye. di fîlmê de him behsa trajedîyeke vê şerî tê kirin û hesta wê digihîne dilê mirovî, him jî di sahneyên mayî de kêfxweşî an jî qet nebe nêrînek erênî li mirov peyda dike di derbarê jiyanê de. yanî du rewşên jiyanê dikeve nav hev. min jê hez kir. |
|