peaky blinders: gangs of birmingham

 nA

 Steven Knight Toby Finlay Stephen Russell

 2013


 îngîlîstan

 îtalî îngîlîzî rûmenî

 60

 tawan-sûc dram

  (1970.01.01)

 brusk56 (2019.11.29)

 1919'an de li îngîlîstanê li bajarê Birmingham'ê, di serê çeteyek a sûcê de stemkar Tommy Shelby heye ku ji bo karê xwe mezintir bike her tiştî daye ber çavê xwe.


peaky blinders: gangs of birmingham - Tirşik

peaky blinders: gangs of birmingham


. yek ji rêzefilmên netflix'ê ye. di 2013'an de derketiye û heta niha 5 sezon hatiye girtin. 1919'an de li îngîlîstanê li bajarê Birmingham'ê, di serê çeteyek a sûcê de stemkar Tommy Shelby heye ku ji bo karê xwe mezintir bike her tiştî daye ber çavê xwe. fîlm behsa çeteya bi navê peaky blinders'ê û şerê wan dike. min heta niha 6 beşan temaşe kiriye Û heta niha gelek ecibandiye.



Array. Rêzefîlma ku min hew sezona wê ya dawî temaşe kiriye. Ew jî wextê min nîne. Çîroka malbatekî qereçî ye , kevneşopên wan , zimanên wan û armancên wan hene. Tommy Shelbyê ku ne mezinê malê yê lê wek mezinê malê tê hesibandin ew û birayê xwe berê di nav şerekê de ji mirinê filitîne û dibêjin "Ev jiyana em anha dijîn ekstra ye. Em wê rojê li wir mirin" loma tu tişt li ber çavên wan nayên xuyan û ji bo dewlemend , xwedan hêz bin dikarin her tiştî bikin.



Array. Ji ber karakterê sereke (bnr: Tommy Shelby) ez ê dest pê cixarê bikim. Pir qeşeng e camêr. Jixwe di avatara min de jî wêneyê wî heye. Navê wî yê rast (bnr: Cillian Murhpy) e.



Array. yek ji rêzefîlmên min ên favoriyê vê dema dawî ye. bênamûs hingî xweş cixare dişîne ji bela tommy shelby nikarim dev cixareyê berdim. bi mûzîk û lîstikvanî û aksiyona xwe fîlmekî xweş e û yên ku ji fîlmên weke godfather hez dikin teqez divê temaşe bikin. niha sezona dawî jî weşiya û li benda sezona nû me.



Array. Min îro sezona 6. meyzand, beşa dawî de karî bûn, rêzefîlmê dawî bikin. Lê dîsa jî dûvdirêj dikin. Piştre dikutine senaryo ye (bnr: GOT). Sezona 5. de zêdeyî serê me bû û xweş jî dawî kirin. Lê belê îleh wê ji bo pera dûvdirêj bikin



Array. rêzefîlmek gelek serkeftî ye. karaktera arthur ku paul anderson dilîze gelek xweşa min diçû. mirovê ku di emrê de xwe ne cixare kişandiye ne eraq vexwariye, piştî vê rêzefîlmê dikare bibe muptelayê herdüyan ji *



Array. Rêzefîlma ku ji heyama piştî şerê yekemîn ê cîhanê heta qeyrana mezin behsa bilindbûna serokçeteyek birminghamî û têkoşanên siyasî yên brîtanya dike. Ger bi yek hevokê rave bikim, rêzefîlm dibêje: tommy dikare bikute herkesê.






  • peaky blinders: gangs of birmingham0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 95.3
(imdb: 8.8)
pûanê bide fîlmê: