john wick: chapter 2

 Chad Stahelski

 Derek Kolstad Derek Kolstad

 2017


 hong kong amerîka

 îngîlîzî îtalî rûsî

 122

 aksîyon tawan-sûc rageşî

  (2020.06.20)

 simurg56 (2019.12.24)

 fîlma duyemîn ya john wick e. piştî ku john vegerîya cîhana tawanan, hesabên kevin vedibin ku divê werin girtin.


john wick: chapter 2 - Tirşik

john wick: chapter 2


. berdewama fîlma john wick e. piştî temaşekirina fîlma ewil, min ne nîyet bû lê temaşe bikim lê paşê min got ka lê binêrim di fîlmên di de çi kirine. bi ya min fîlma ewil çêtir bû. lewra qet nebe fikra kuştina herkesî ji bona kuçikekî, hinekî ecêb bû. niha ew jî tune. weke em dikarin bêjin ku fîlmeka aksîyonê ye û hew. di vê fîlmê de 128 kesan dikuje. di fîlma ewil de ev hejmar 77 bû. yanî pêşketin heye *



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 99. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. ''winston... ji wan re bêje, ji hemûyan re bêje. Kî were bila were, ez ê wan bikujim, ez ê hemûyan bikujim'' johny wickê me yê wêrek bi vê gotina xwe eşkere dike ku ji kesekî natirse. malmîrato tu dibê qey dijminên wî pê li hêkan dikin, yek bi yek tên kuştin *






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 79
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: