Taika Waititi Christine Leunens
108
xelîl (2020.01.19)
Di demên şera duyemîn a cihanê da Jojo, ciwanekî elmanî yê ku heyranê hitler û nazîyan e, hîn dibe ku diya wî keçekê cihû li bana mala wan xef kiriye. Piştî vî keşfê Jojo dimîne di navbera pirsîyarkirina bawerî û bîrdozîya xwe û rastîyên tahl û tûj ên şer û herbê.
. Fîlmeke ku di demên şerê cihanê yê duyemîn de qala Elmanyayê bi awayekî komîk û zarokane dike. Çîroka fîlmê li ser serpêhatiyên jojoyê 10 salî yê ku nikare kîvroşkek jî biêşîne lê beşdarî arteşa nazîyan bûye hatiye wêrandin. Piştî ku jojo hîn dibe ku diya wî keçekê cihû li bana mala wan xef kiriye, dikeve di nav dudilîyekê mezin de û nizane çi bike. Derhênerê fîlmê taiki waititi ye. Û wek serleheng jî Roman Griffin Davis (jojo), Scarlett Johansson (rosie) û sam rockwell dilîzin. Imdb: 8 |
|