los lunes al sol

 Fernando León de Aranoa

 Fernando León de Aranoa Ignacio del Moral

 2002


 spanya fransa îtalya

 spanî

 113

 komedî dram

  (2019.12.07)

 simurg56 (2020.02.07)

 Serêpêhatî an jî fikr û ramanên çend karkerên ku ji karên xwe yên lîmanê, hatine avêtin. Jîyana ku li duşemekê asê maye.


los lunes al sol - Tirşik

los lunes al sol


. Navê fîlmê: Los Lunes Al Sol (Mondays in the Sun, Duşemên Sayî, Güneşli Pazartesiler)
Derhêner: Fernando Leon de Aranoa
Sanarîst: Fernando Leon de Aranoa, İgnacio del Moral
Leheng:
Santa: Javierd Bardem
Jose: Lois Tosar
Lino: Jose Angel Egido
Ana: Nieve de Medina
Reina: Enrique Villen
Amador: Celso Bugallo
Rico: Joaquin Climent
Nata: Aida Folch
Serguei: Serge Riaboukine
Angela: Laura Dominguez

Zimanê Fîlmê: Spanî
Welat: Spaîn, France, Italy
Xelat: Baştirîn Fîlm di Festîvala Fîlman ya Sann Sebastianê de, Di xelatên Festîvala Fîlman ya Goya’yê de ku wekê Oscarên Spaniyayê tên hesabê di pênç xalan de xelat wergirtiye û ji bo Oscarê jî di qada Fîlma herî baş ya di zimanê biyanî de ketiye pêşbaziyê..


Mijar:

(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)

6 hevalên ku ji karê xwe yê tersaneyê qewirîne her êvar li bara bi navê El Naval’ê digihin hev û derbarê armanc û wateya jiyîn û tecrûbe û serpêhatiyên xwe yên berê de diştexilin.. Ji van hevalan Santa azeb e û dinya ne bi xema wî ve ye.. Ji ber ku di meşeka ku ji bo ku li karê xwe yê tersanê vegerin hatibûye oerganîzekirin de lempeyeka kolanê şikênandiye bi 8 hezar pesetasî hetiya sezakirin ji aliyê dadgehê ve.. bi xweşmêrî û karîzmaya xwe ve çavê hemû jinên di fîlmê de li ser Santayî ye.. Fîlm li bajarê Vîgoyê ku li qeraxa behrê ye dibuhure.. Evî bajarî piştî şorişa endûstriyê pişta xwe daye çandiniyê û li ser lazimiyên karkiriyê himbêza xwe ji koçberî û penaberiyê re vekiriye.. Ev her şeş hevalên navsere ku êdî hema bêje hêviya xwe ji jiyaneke bextewar qut kirine heta ji destê wan tê xwe bi destmayiyên xwe ve girê dane.. Armando piştî ku ji ji kar dişeqize û tezmînata standî jî diqede hevsera wî jê diqere.. Piştî ku tu tişt namîne jiyana xwe pê pênase û salix bide dikeve an xwe diavêje û jiyana xwe ji dest dide.. Jose piştî ku ji kar diqewire li destê jina xwe dinêre û her di nêv wê tirsê de ye ku wê rojekî jina wî dev jê berde.. Jina wî jî de fabrîqeyeke ku masiyên tonê konserve dikin de dişuxile û ji jiyana xwe û karê ku dike ne razî ye.. Lîno bi tu awayî hêviya xwe natemirîne û heta xilasiya fîlmê li karekî nû digere lê ji her serîlêdanê destvala vedigere.. Santa xwe û hevalên xwe dişibîne cêwiyên siyamê ku kes nikare bi serê xwe tevbigere û hereket bike.. Di sehneyeka fÎlmê de Juse di neynika serşokê de serûçavê xwe dişo, li keviya neynikê wêneyek ku tê de ew û jina wî Ana kêfxweş û xweşhal dixweyin heye, dema ku Juse bi keser li wêneyî dinêre di neynikê de jî ‘eksê se’eta li dîwarê pêşber ku gêça wê ji milê rastê ve dişixule dixweye.. Fîlm di wapûrekî de destpê de dike û di heman wapûrê de destê xwe ji bînerên xwe re kil dike.. Lê jiyana lehengên wê ne welê.. Her roja van şeş hevalan wekê rojê betlaneyê, şemiyê dibuhure ji ber ku betal in.. Di fîlmê de Sergei’yê ku ji Sovyêta berê hatiye û li gorî ku dibêje li wir kosmonoljî xwendiye behsa çîroka du rûsan dike, Rojekî du Rûsên hevalên hev li hev rûdinin û qala ehl û ‘iyalên xwe dikin di nav şitexaliyê de ji hevalan yek ji yê dî re dibêje, tu zanî heta niha her tiştê ku derbare komûnîzmê de ji me re hatî gotin derew bûye.. yê dî jî li hevalê xwe vedigerîne û dibêje ji wê jî xirabtir her tiştê ku derbarê kapîtalîzmê de ji me re hatî qalkirin bêkêmasî rast bûye.. Santa di fîlmê de çend caran behsa Australyayê dike li gorî ku dibêje li wî welatî ‘erd û zeviyên welêt di nêvbera welatiyan de bi hevahengî tê parvekirin.. û ji Australyayê qesta wî helbet ew cihê ku di asraqa odeya ku lê radize de kils û sewaxa wê jê ketÎ ye ku dişibe nexşeya Australyayê.. Dîsa di fîlmê de Santa ji bo rojekî dayîniya zaroka malbatekî têra xwe maldar dike û şev berî ku raze jê re çîroka sîsirk û mêroyê dixwîne.. Li gorî çîrokê sîsirk hemÛ dem û wextê xwe bi kêf û zewqê dibuhurîne û ji bo zivistanê tu haziriya nake lê mêro bêyî navber giraniyên deh qetî ji bedena xwe zêdetir hildigire û dibe kuna xwe ji bo debara xwe ya zivistanê, dibe zivistan û her der dibe berf û seqem sîsirka reben hawara xwe digihîne mêroyê jê lava dike ku ji bo ku zikê xwe têr bike tiştinan bidiye lê mêro derî lê venake û ta’na didiye ku bê ka çima tevî havînê her li ber kêf û zewqa xwe maye û amadekariyên xwe yên zivistanê nekiriye.. piştî ku çîrokê dixwîne Santa hêrs dibe û dijûna dike mêroyê û ji kurikê malê re dibêje bawer neke ji van çîrokan mêro spekûlatoreke dêqehb e û dibêje di çîrokê de kes napirse bê ka çima sîsirk di sûretê sîsrikê de xuliqiye.. Jina Juse, Ana di fabrîqeya konseveyê de ji ber ku mêrê wê betal û bêkar e du wardiye dişixule Û dema ku tê mal ji bo ku wê bêhna pÎs ya masiyên ton ya ku purnisiye ser bedena xwe paqij bike deodorantên erzan bi ser de bedena xwe de vala dike..

(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)



Array. berî her tiştî fîlmeke gelekî samîmî ye. berî 4-5 salan, ev fîlm li zanîngeha me şahiyên biharê de ji aliyê klûba sînemayê ve li amfiya fakûlteya me hatibû nîşandan û min jî bi wê vesîleyê temaşe kiribû. min ji fîlmê hez kiribû ev tê bîra min, mijar û rihê fîlmê jî tê bîra min lê ji sehneyên fîlmê tenê yek sehne tê bîra min: ev zilamên ku ji îşe xwe hatine avêtin, şevek berhev bûbûn û serxweş bûbûn, nav hestên bêhêvî de li kûçeyan digeriyan û li rasta camekaneke dikanê disekiniyan kena xwe bi televîzyona li wir dianîn û henekan bi hev û din dikirin.
Nizanim çima lê îro ji fîlmê tenê ev dîmen tê bîra min.



Array. Bavê mino! Ev hûn van navên eletewş ji ku derdixin?
Xaltîya Besê û Siltanê dema ku li vî filmî temaşe bikin ew ê çi fahm bikin an çi li wan zêde bibe?
Heee bise bise meseleyek qewimîye hat bîra min.Rojekê di salên heyştê, di şerê Sedam jahro Humeynî şeytan de pîrek nod salî Hecî Bozê li ber televizyonê rûniştibû û ziq û matmayî li ekranê dinêrî. Dîmenên şer li ser ekranê bû û meyt, mirî wek pez li erdê mexel bûn. Hema min dî carekê kitana xwe da ber devê xwe, berê xwe guherî û bû ofeufa wê, "Efîîî, vê telegûyê bigrin, bêhna van mirîyan van meytan em gêj kirin..."
Di vir de xuya dibe ku wek her jina kurd wê jî komkujî dîye... Lewre bêhna wê di hişê wê de maye...
Axir...



Array. yekemîn fîlma ku ji alîyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê min ve hat kirin. Hûn dikarin binnivîsa bi kurdî ya fîlmê ji rûpela wê daxînin: Here lînkê hûn dikarin fîlmê jî bi rîya vê lînka torrentê, daxînin: Here lînkê Ji kerema xwe re îşev fîlmê daxînin û temaşe bikin, paşê werin û di binê vê mijarê de şîroveya xwe binivîsin.



Array. Fîlma ku 2002 den de hatiye çê kirin û pûanek e bilind ji imdb wergirtiye.Jiyana 1980-2000 a her tim wiha bû. Bê kar , bi tengasî didoma.Jiyanê bi jiyana 4 kesan tîne ber çavan.Santa ji wan yek kes e ku ji aliyê Javier bardem ve rola wî hatiye lîstin. Destê simurg56 saxbe lê binenivîs ,bi ya min zêde ne baş bû.Belê divê binenivîs hêsanbe û kurt be.Kurt û hêsane jî lê bi rastî hin peyvan min qet nebihisti bû , bawer nakim ku kesek din bikaribe fêhm bike jî. çilqûn , biteqizin , Peqpeqok Û Heçko navek bû ango peyvek e kurdî a ku "herçî" tê gotin ew e , nizam. Min tenê xwest rexneyan bikim bila dilê kesî nemîme.Ez ê van rexneyan bikim carnan... Sipas ji bo keda te , simurg56



Array. fîlma ku bi saya koma wergara fîlman ya tirşikê ez pê haydar bûm û min binnivîsa kurdî ve temaşekir. destê hevalên werger sağbe. em hevîya fîlma duyemînin.



Array. min beriya çend salan bi binnivîsa tirkî temaşe kiribû. û vaye careke din, vê carê bi binnivîsa bi kurdî temaşe kirin bû nasîp. filmek gelek xweş e. nexasim di van salên dawî de ku ji bo gelek kesan rewşa aborî xerabtir bûye, fêmkirina vî fîlmî hesantir bûye. ev fîlm hêjayê temaşekirinê ye. ez pêşniyar dikim. herkes wê parçeyekî xwe tê de bibîne. ji bo wergêriyê destê simurg56 sax be. wergêrî jî ji min tam puan stand.



Array. min jî îşev bi jêrenivîsa simurg darî kir. çîroka fîlmê li jor hatîye gotin, ez ê behsê nekim. Lê dixwazim bêjim fîlmek baş e ji bo fêmkirina rewşa karkeran, karkerên bêkar, dema bêkarîyê lêgerîna kar, bêkarîya dibe sedema hilweşîna sitûnên jîyanê. sehneya herî biderb dema santa armador dibîne, armador xwe ji paceyê avêtîye ketîye ser pêşmalka têketina apartmanê, alîyê jêr ê pêşmalkê berûjêr tewaye ji ber armador ketîye ser, lembeya pê ve pê dikeve û temire, pê dikeve û ditemire... jêrenivîs ji bo min serkeftî bû, lê piçekî ji ber eceleyê an na nizanim xetayên herfan gelekî hebûn, ew xetayên herfan nebû bêkêmasî bû, seetxweş



Array. fîlma ku min bi jêrenivîsa kurdî ya ji aliyê simurg56î ve hatiye wergerandin temaşe kir. Fîlm qala 7 karkerên ku ji karên xwe beleheq hatine avêtin û rojên xwe bi lêgerîna kar ve û li barekî vexwarina eraqan re derbas dikin, dike. bêçarebûn û bêhêvîbûn û di encama van de kavilbûna jiyanên van mirovan, di vê rojeva ku bêkarî û hejarî bûye belayek û derdekî mezin de ji me re gelek nas têtin û gelek tiştan dibêje. min listîkvaniya javier bardem zehf eciband. dîmena ku li kuçeyekê li ber firoşgeheke televîzyonan disekinin û di televîzyonê de li xwe dinêrin min him kenand him jî kesirand. bernameya gelo xwelîserê herî mezin kî ye?.*

wergera simurg gelek baş bû, bê navber min temaşe kir. destên wî sax bin.



Array. fîlmê ku nêçarîbûna karkeran baş dide ber çavên me lê tişta ez fêhm nakim hem bê pere ne û hem jî her roj konê xwe li barê vedidin, qey eraq erzan e? * min fîlm vekir, dest bi temaşekirinê kir, karakterê bi navê santa kêfa min jê re hat, mi got yaw ez vî ji derekê nas dikim, piştre min li google navê fîlm nivîsand javier bardem derket pêşiya min. berî vî fîlmî jî min li no country for old men temaşe kiribû.ez nû li fîlmê wî temaşe dikim, lîstikvaniya wî bêhemba ye, ne xasim no country for old man, heyat bû...



Array. Bi binnivîsa kurdî:






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81
(imdb: 7.5)
pûanê bide fîlmê: