once upon a time in hollywood

 Quentin Tarantino

 Quentin Tarantino

 2019


 amerîka îngîlîstan

 îngîlîzî elmanî îtalî spanî

 161

 komedî dram

  (1970.01.01)

 hespêsor (2020.03.01)

 Fîlmê Quentin Tarantino ê herî dawî.


once upon a time in hollywood - Tirşik

once upon a time in hollywood


. filmê herî xirab ji malbata "once upon a time...". fîlm ji serî heta binî bi peyamên nexamtî hatiye dagirtin û bingehê wan jî rasterast digihe bîrdozîya burjuwa. bîrdozîya burjuwa xweyî gelek şax û dest e ku kîjan jê re kêrhatî be bikartêne. xizmetkarên vê bîrdozîyê dikarin di heman filmî de bi faşîzmê jî, bi lîberalîzmê jî heta ser navê femînîzm û demokrasî jî karê xwe pêkbênin. ji burjuwazî re selameta pergalê esasî, amûrên wê formalî ye. burjuwazî ji xwe re pergalek saz kirye û di vê pergalê de cih ji kesên "dî" re, yên kêrî karek neyê nîne. ango tehemûla burjuwazî ji kesên ku naxwazin li gor qaydeyên burjuwazîyê bijîn, dixwazin bimênin ji derveyî çerxê nîne. serlehengê fîlm leonardo dicaprio bi rolê Rick Dalton burjuwazîya Emrîka temsîl dike. dublorê wî brad pitt jî bi rolê Cliff booth hurde-burjuwazî temsîl dike ku "hewl dide bibe hevalek baş". vî fîlmî de çîna karkeran jî se ye. burjuwazî karên xwe yên xeternak bi hurde-burjuwazî dide kirin, ew jî kiryarên hêj xirab û wehşane bi çîna karkeran dide kirin. bi vî awayî hîyerarşîya nav civakê de bi awayek zêde berbiçav li fîlm jî temam dibe. wek di inglorios bastards de vî fîlmî de jî quentin tarantino dîrokê ji nû ve bi alternatîfek dî dinivîse. bûyera şagirtên charles manson ku tate sharon bi awayek wehşane dikujin berevajkî ji nû ve dide pêkhatin. li gor fîlm rastîya xwe de êrîş û hêrsa wan hîppîyan (sê kesin) li himber aktor e, lê dema dikevin mala wî de rastî dublorê wî tên, tevî ku demance û kêr destê wan de heye jî dublor îşaretek dide kuçik, kuçik jî du ji wan diperitîne, dublor jî serê êrîşkarek li dîwaran dide û diteqîne. êrîşkara ji ber êrîşa kuçik har bûyî di nav tirsek mezin de dikeve hewza aktor li ser keyfê dike û ji alî aktor ve bi çeka agiravêj tê şewitîn. tarantîno li vê derê, êrîşa himber nûnerek civata burjuwazîyê li xwe derbas nake. tolhildana wê bi tundîyek qat bi qat mezintir distîne. aktor ji vê êrîşê paristî û şanaz derdikeve û diçe bi cîranên xwe re mey vedixwe çîrok jî bi bextewarî dawî dibe. tarantîno di sehneya lêdan xwarina bruce lee ji dublorek emrîkî nîjadperestîya xwe naveşêre. bruce lee ew kese ku nav sektorek bin nîrê nîjadperestên spî de wek yeke "çînî (asyayî)" çêbûye, gihaye, bilind bûye. çawan li kurdistan û tirkiyê karkeran wek lehengê xwe li yılmaz güney nêrîne, herwisa bruce lee jî li emrîka bûye sembola çîna karkeran. yanî bi lêdan xwarina bruce lee tarantîno dîsa xizmeta îdeolojîya burjuwazî dike. bi teşhîrkirin û biçûkdîtina hîppî yan jî ku ew li dijî şerê wîetnam derdiketin tarantîno dewleta xwe diparêze, dibêje em kengê bixwazin dikarin belasebeb bikevin welatên we, malên we de. li vir jî li hindur û ji derve piştgirîyek xurt dide dewletê.



Array. Fîlmê ku heya dawî sekan derbas dibe û di dawiyê de kevir li ser kevir namînin *



Array. Fîlme 2 saet û nîv û tiştik bû ama hîç kêr ne dihat, vala bû. Ne hewceye kesî le binere. Ê sê saetê we bila werê bîmîne. Hespêsor qenç hev dayê.



Array. fîlmekî kêngî mirov temaşe dike dibêje yaw di caprio û brad pitt ji bo lîstina vê fîlmê zehf giran hatine. fîlmekî pir xweşe temaşekin *






  • once upon a time in hollywood0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 71.8
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: