dawn of the dead

 Zack Snyder

 George A. Romero James Gunn

 2004


 amerîka kanada japonya fransa

 îngîlîzî

 101

 aksîyon tirs

  (2020.03.29)

 simurg56 (2020.03.29)

 vîrûsek ku ji mirovek vedigere yên din, dibe sedem ku ew mirov veguherîn zombîyan. hemşîreyek, polîsek, jin û mêrek bû zewicî, firoşkarek û çend kesên din di vê cehnima zombîyan de li ver xwe didin.


dawn of the dead - Tirşik

dawn of the dead


. fîlmek di derbarê şewba vîrûsekî de ye. di van rojên şewba vîrûsa koronayê de, di bin karantînayê de, mirov dikare temaşe bike. fîlm ji wek xebata koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê min ve hate kirin. min berî niha jî dîsa fîlmek bi vê konseptê wergerandibû kurdî, ku fîlmek efsane ye: Here lînkê hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 63. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142



Array. Fîlma ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê hatiye wergerandin. fîlma ku min niha bi binnivîsa kurdî temaşe kir. qala vîrûsekê ku mirovan dikuje û paşî dîsa zindî dike, dikir. ne zindiyên wek me lê zindyên wek miriyan yanî zombî. anyway fîlmeke di asta wasatiyê de ye. pûana min 65. wergera simurg56 gelek baş bû ji xeynî hinek çewtiyên rastnivîsê tu kêmasî tune bûn. dest û milên wî sax bin.* ji bo wergerê pûana min 90.*



Array. Piştê (bnr: vîrûsa koronayê) , fîlmên wiha zêdetir bala mirov dikişîne.Belê min berê jî hez dikir lê niha zêdetir hez dikim.Wiha bifikirin ku vîrûsek tê û her kesî dîn û har dike ango hişê mirov tevêhev dike.Mirov êdî nabe ew kesayeta berê.Li hollywoodê dibêjin zombî.Belê fîlmekî serkeftî û fîlmekî full bi zombî bû. Ji fîlmê baştir tiştek din hebe , ew jî wergera simurg56 bû.Bi rastî wergerek gelek zelal û kurt bû.Ji bo temaşekirina fîlmê ne pirr bi lêz ne jî hêdî bû û gelek hêsan peyv hatine bijartin. Sipas ji bo keda simurg56 ku kêyfa fîlmeke din a Kurdî bi me da kirin. Ez jî wek xelîl difikirim bo fîlmê pûana min 65 lê bo wergera fîlmê 100 e.



Array. di zanîngehê de min xwestibû hemû fîlmên zombî temaşe bikim. ewil fîlmên zêdetir hatine temaşekirin min bi wan dest pê kiribû. Di dawîyê de êdî ber bi fîlmên nebaş hatim û bî vî awayî ji fîlmên zombîyan sar bûbûm * Yekem fîlm bû bi jêrenivîsa kurdî temaşe dikim. Werger gelek baş bû. Tiştê ku dizanim werger peyv bi peyv nayê wergerandin. Di vê wergerê de mirov kurdîyek rojane dibîne û pê difikire. Ji xeynî çend xeletîyên rastnivîsê werger gelek baş bû. Destê simurg56 sax be Pûana fîlmê 75 pûana wergerê jî 95.



Array. piştî bûyerek nebaş, min biryar da ku li fîlmekî temaşe bikim , min ji qenala tirşikê ev fîlm daxistibû lê hê min temaşe nekiribû. welhasil, min vekir û temaşe kir, zêde ne serkeftî bû, yanî li gorî çend fîlmên li ser zombiyan pir pir jî ne serkeftî bû. (bnr: i am legend) (bnr: World War Z) (bnr: resident evil).. [spoiler: jixwe armanca min tenê rehetkirina mêjiyê min bû, kêm zêde min xwe jibîr û heya dawî lêtemaşe kir, her çiqasî dawî bê wate bi dawî bûbe jî ]






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 68.6
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: