Francis Ford Coppola Mario Puzo
175
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
simurg56 (2014.12.05)
yekemîn fîlma serîya fîlmên godfather e.
Array. min çend car vekir û zêdetirîn bîst xulek sebr kir û min dîsa girt*) pirr pesna vê filmê tê dayîn lê ez nema karîbûm temaşe bikirana yan ez bi rastî jî gûyekî fêm nakim ji fîlman an jî ev fîlm pênç qirûş nake |
|
Array. dema mirov ji nû de dixwazi temaşe bike, sebr naki, bes duvde mirov nîv seat sebr bike, her 3 partên wi dixwazi temaşe bike.. |
|
Array. bi tirkî jê re dibêjin allah baba* |
|
Array. yek ji fîlmên herî xweş yên min temaşe kiriye. |
|
Array. bimisogerî ne fîlmê herî baş ê heya aniha hatiye kişandin, e. Temam fÎlmek pir xweş e lê ewqas jî fîşal nekin. marlon brando û al pacino xwe gihandine nÎrvanaya lîstikvaniyÊ. ji ber Mijara wê li ser mafyayê ye çiqas mêr dixwaze bixwe bibe heyranê vê fîlmÊ. yanÊ hÛn jÎ dibînin ku ev fîlm nabe wek heft samuray, başo, pîso, nexweşiko, demekê li rojava, kaneê welatî, 2001: destanek fezayê... |
|
Array. Tarîxê sînemayî de filma mafîya ya tewr baş ya heme wextan a ku serra 1972 de virazîyaya û babeta ci romanêko bi eynî nameyê yê mario puzo'yî ra gerîyayo. |
|
Array. bapirême |
|
Array. di nav fÎlmên mafyayê de yek scarface û yek jî the godfather e.. |
|
Array. û eger nemirin rojekî min dil heye rûnim û her sê fîlmên vê rêzeyê wergerînim kurdî û kurmacî.. û paşê rûnim bi jêrenivîsa kurdî û kurmancî darî vê fîlmê bikim.. |
|
Array. filmê ku dema meriv lê temaşe dike, yê qedrê malbatan xwe behtir digre; pê têdihihêje ku bi sûreta yekbûna malbatan ve her tişt tê kirin e. bi gotine din, ne tenê filmê mafya, şer û pevçûne ye, herwiha haleten ruhî yên girîng jî dihewîne. |
|
Array. hişyarî: spoiler dihewîne |
|
Array. fîlmeke ku ji pirtûka xwe zêdetir navdar bûye ye. bi rastî jixwe fîlm ji pirtûkê xweştire jî. bi gelemperî, fîlmên bi pirtûkan tên çêkirin weke pirtûkan xweş nabin. ez ji xwe, bi temaşekirina gelek fîlmên ku min pirtûkên wan xwandine poşman bûme. lê ev fîlm ne ji wan fîlman e. ev fîlm awarte ye. |
|
Array. yan hûn li ber bayê populîzmê ketine lewma zêde pesna wê didin an jî bi rastî ez ji fîlman fêm nakim.. |
|
Array. Fîlmê go dikim nakim ji çariyekekê bêhtir nikarim temaşe bikim. Jê aciz dinim, xewa min tê. Piştî ecqas wesf û pesnên hatin dayîn , ez bawer dikim go rast e, fîlmekî zehf baş e, û jixwe mirov fêhm dike lîstikvan pir jêhatî ne, lê dîse civa min lê nayê. Îda min jî fêhm kir go ji sînemayê fêhm nakim * Ka go endazer wergerîne kurmancî ez ê dîse hewlî temaşe bikim. |
|
Array. bi î'nat min heta meha tebaxê vê fîlmê(/an) temaşe nekiribû. lê di havînê de min dev ji vê î'natê berda û di du rojan de her sê -beşên vê- fîlmê temaşe kir û heyran mam. fîlm, ne mîna fîlmên gangsterî û aksîyon ên din e ku ez ji vê tiştê ditirsiyam. lê berevajî te'ama romanên klasîk jê difure. sehneyên çavderiyê, dîyalogên xwerû û lehengên mîna dantelan honandî hene û helbet mijarên wê yên balkêş ên li ser karên nebaş û malbatî jî gelek xweş e. di vê fîlmê de ya ku min pir hez kir, bêguman sehneyên flashback bûn yên jiyana li korsîka û new yorkê rê didan. rengên tercîhkirî yên derhêner ji bo van seheneyan pir li mijarê dihat. rengên vekirî li korsîka û yên tarî li new yorkê. |
|
Array. (bnr: PP ya tembûrxwaz ) |
|
Array. pirtûka wê qasê fîlman xweş bû. rojek xwedê kir û wegêrek derkewt, bila serenavê bike baban¹. ¹baban, malbateke qedîm e. gelek navdarên wan hene û paşnav hîn jî şên e. li bakur û başûr wek baban yan babanzade tên zanîn. |
|