1917

 Sam Mendes

 Sam Mendes Krysty Wilson-Cairns

 2019


 amerîka îngîlîstan hîndîstan spanya kanada

 îngîlîzî fransî elmanî

 119

 dram şer

  (2020.06.02)

 xelîl (2020.05.06)

 dema şerê cîhanî ya duyem de du leşker ji bo pişeya gihandina fermanekê dikevin rêwitiyekê xeternak.


1917 - Tirşik

1917


. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 90. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. fîlma ku ji bo 10 cureyên oskarê re namzet hatiye nîşandin.Ev fîlm ji bûyereke rast hatiye girtin û ev bûyer jî dema şerê cîhana duyem de qewimiye.Fîlm gelek serkeftiye û bandora şeran çawa dibe û bandorekî çawa li civakan dike , tîne berçav. Wergera ku (bnr: xelîl) kiriye wek no country for old men û Enemy at the Gates gelek serkeftî bûye.Ji bo vî wergerandinê jî gelekî sipas dikim.Niha rexneya min bo xelîl , bo xwe û bo wergêrên din ev e ku em ya raste rast fîlman werdigerînin kurdî de peyvên fehmkirina wan zihmet bi kar tînin anku ku em nav welatên dagirkerda dijîn , bo car caran wek wan difikirin.Bo wî ez rastê hevokên wisa têm.Ew jî dibe sedema ne fehmkirinê. [spoiler: fîlmê de scot û blake fermanek ji fermandarên xwe digrin û divê bi fermanê re nameya ku hatiye dayîn bigihînin tabûreke din ya ku bin xeterê de ne û haya wan xefika ku bo wan hatiye çêkirin nîne.ev xefika ji aliyê almanan ve hatiye kirin wê 1600 kesî bikuje.Lê ya ku mirov xemgîn dike ev e kesa ku nav vî 1600 kesî de ye kekê blake e.blake ji ber vî dema ku dibihîse nasekine dikeve rê.Lê mixabin rê de ji aliyê dijmin ve tê kuştin.karên Gîhandina nameyê û agahiya kuştina blake ji scot re dimîne. Rewşekî ku mirov pirr xemgîn dike û dema ku mirov temaşe dike nizane wext çawa derbas dibe.] piştê temaşekirinê ku min fehm kir yekitiyek mezin ji kurdan re divê.Herkesî şerrên xwe kiriye û wisa welatê xwe bidest xistiye.Welat avakirin jî ne hêsane.



Array. fîlmek serkeftî ye lê min xweştir hêvî dikir. belkî taybetîya wê ya herî berbiçav ew e ku fîlm ji yek sekansê pêk tê. ji serî heta dawî, mirov ji heman kamerayê serpêhatîyên serlehengan temaşe dike. yanî dîmen qet qut nabe. hestek cûda li mirov peyda dike. weke din, bi qasê dizanim di sahneyekî de ku wextê serleheng dibeze, leşkerek din lê dixe û dikeve erdê, di rastîyê de di senaryoyê de tune û bi xeletî çêbûye. min 82 pûan dan fîlmê.. binnivîsa kurdî ya fîlmê têra xwe baş bû. ji ber ku devoka wergêr gelek nêzikî ya min bû, min bi tu awayî zehmetî nedît di fêhmkirinê de lê belê çend peyv hebûn ku îhtîmal heye ji alîyê herkesî ve neyê fêhmkirin. pûana min ji wergerê re jî 87 e. destên xelîl sax bin.



Array. Fîlmek serkeftî bû Lê ne qasî enemy at the gates e. Fîlmên ku şErê dinyayê ê duyemîn ji xwe re kirine mijar bala min dikşînin. Yên ku wek min ji wan fîlman hez dikin fîlma 1917 jî li lîsteya xwe zêde bikin



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84.7
(imdb: 8.2)
pûanê bide fîlmê: