20
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
biruya hayao miyazaki (2020.05.29)
Shao Yi-chen bi dergistiyê xwe re pev diçine yê ku ev neh sal in pevre bûn û bi girî xwe diavêje ser riyê û li bin erebeyê dimîne, dimire. Lê şansekê din a jiyînê bi dest dixe û vedigere 9 sal berê ya ku di wî salî de hev naskiribûn. Bi hemû bîranîn û êşê xwe xîret dike, hev nas nekin da ku paşeroja xwe ya berê ducar neke.
. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin) bl ye. rêzefîlm ji çar beşan pêk tê. mijara wê xweş e, mirin û heqê duyem ê jiyînê. mineqeşe li ser tevger û biryarên mirovan dike û dixwaze rê bide ku mirov çawa dikare bi hîsa evînê. her wiha dixwaze sînorên zanînên me û pêbaweriyên me jî bike mijara nîqaşê. lê belkî ji ber sezona pêşîn bûye, belkî jî hêmanên komediyê tunebû mîna yên din, nizanim lê belê piçekî bêhntengî dide mirov. kêfa min pir ji performansa lîstikvanan û derhênana sehneyan nehat. her wiha di senaroyê de xaviyekê hebû ku bi min qelsbûna lîstikvanan ji ber wê bûye. min bi darê zorê beşa dawî temaşe kir ku 20 dq tunebû. lê baş e ku min lê neriya, ji ber ku beşa dawî nirxandina çîrokê diguherîne. bi saya (bnr: rojên karantînayê) |
|