20
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
biruya hayao miyazaki (2020.05.30)
Zi Xuan berî qezeyekê lîstikvanekî serkeftî yê voleybolê bûye. Lê piştî qezeyê dev ji lîstinê berdide û dibe menejerê tîma lîseyê. Ji ber valahiya kadroyê tije bike, xwendekarekî nû yê bi navê Xia Yu Hao vedixwîne tîmê. Xia Yu Hao ji ber lihevxistinan ji xwendingeha xwe ya berê hatiye qewirandin. Xortekî tore û bêdîsîplîn e. Lê Zi Xuan bi îdmanên taybet wî hînî voleybolê dike û têkiliya wan bilind dibe astekî din. Wang Zhen Wu û Wang Zhen Wen ji heman malbatê ne lê belê xwîna wan ne yek e, ne birayên hev ên heq in. Dîsa jî dilê Zhen Wu dikeve Zhen Wenî, ji ber vê jî ji xwe şerm dike û ji Zhen Wenî dûr dikeve. Lê di xwendingeha nû de keçikekê nêzî Zhen Wenî dibe û hîsên giran bar dike dilê Zhen Wuyî.
. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin)
rêzefîlmek 8 beşî ye li bin seriya history-yê û di sezona duda de hatiye weşandin. mijar û cureya rêzefîlmê boys' love-a sporî bû. ez û xwişka min pevre temaşe kir, piştî xelas, me xwest voleybol bilîzin. hewqas kêfa me bi voleybolê anî.
heta niha min 5 rêzefîlmên wê seriyê temaşe kirin. erê min ji drama history 3: make our days countê pir hez kiribû lê çîroka vê rêzefîlmê (bi taybetî çîroka Zi Xuan û Xia Yu Hao-yî) ez helandim. mîna çîrvanokekî bû. tu fehşkirin tune bû, bi çavdêriyeke serkeftî jiyana hîsî ya xortên cehel vegotiye. xwezayiya dilketinê ya wî emrî bi nêrîna mezinan xera nekirine. her tişt saf û jirêzê bûye. hele lîstikvaniya Xia Yu Hao-yî (Fandy Fan) xelata oscarê heq dike. xortiko bûye mînaka dersa "divê lîstikvanî çawa bibe?" ya beşên tîyatroyê. lê ne tenê lîstikvaniya wî, her wiha derhênana sehneyan jî xweş bûn. xemilandinên biçûk ên bi ronahiyan û rengên jîndar çîrvanoka bingehîn xurttir kiriye. hêmanên komediyê jî giraniya evîndariyê sivik kirine. de were bi heyrenî lê temaşe neke.*
lê rexneya min a neyînî ev e: geşedana têkiliya Wang Zhen Wu û Wang Zhen Wen pir li paş maye. erê, dema mirov lê dinêre, fîlmekê cuneyt arkın tê bîra mirov a ku xwişka wê heye, lê dema ku hîn dibin, ew ne xwişk û birayên heq in/ ne ji heman dêûbav in, di wê kêliyê de dilê wan têdikeve hev. mijarek provaktîf û tehmnexweş e. lê madem bûye mijara rêzefîlmê, mirov li benda sehneyên dramatîk dibe. lê tiştekî wiha nabe. ha heke bibaya, wê biketa ber mijara lehengên sereke û wê balansa senaryoyê xera bikira. bi vê rewşê xwe jî okey e. rexneya din jî ev e: 8 beş jî qala lîga voleybolê ya navlîseyan kirin, lê me ew maç neditîn. meraq dikim gelo Xia Yu Hao çawa lîstiye. ./
spoilerê veke
|
|