copie cenforme

 Abbas Kiarostami

 Abbas Kiarostami Caroline Eliacheff

 2010


 fransa îtalya belçîka îran

 fransî îngîlîzî îtalî

 106

 dram romantîk

  (1970.01.01)

 rizgarm (2020.09.02)

 Di nava welatên têkel (lê li dinyayê) de mijar derbas dibe. Derhêner ji îranê, lîstikvanek ji îngilîstanê û ya din ji fransayê lê mekan îtalya. Bûyer li deverek îtalyayê ku bi navê "Toscana" tê zanîn derbas dibe. Camêrek tê ji bo danasîna pirtûka xwe konferansê dide û bi awayekê têkiliya wî bi xanimek ku danûstendina peykeran dike çêdibe û rojekê bi hev û din re ji bo çend seetan diçin gerê. Axaftin û manzarayên bêhempa dê we silav bike.


copie cenforme - Tirşik

copie cenforme


. Derhênerê navdar abbas kiarostamidi vê filma xwe de hebekî cûda derdikeve pêşberî me. Îja ne çîrokên biçûk û ji rêze digire dest, di vê filmê de têkiliyan jin û mêran digire dest. Lê ev kesana çiqas behsa alozî û tevliheviya jiyanê bikin jî derhêner me tîne ser fikra xwe "dinyayê bi hêsanî seh bikin û bijîn". Ji xwe di hemû filmên derhêner de ev mijara pir an hindik ji xwe re cih dibîne. belê her çiqas dîmenên bihuştî û xwezayî derkeve holê jî di vê filmê diyalog di pêş de ye. Diyalogên tîr ku bi giştî pêwendiya wê bi jiyanê re heye. Filma dawî ya derhêner e. Mîna ku ez dibêjim gorî derhêner hebekî cûda bûye ku ez di hevpeyvînek derhêner de pêrgî vê axaftina wî hatim (dibe ku bi zelalî nehatibe bîra min) "meriv ji xwe re tixûban xêz dike. Heke ez tişta ku zanim zora dewletê pê diçe bikim dê ezê nikaribim van filmê xwe çêbikim. Lê ne ez têkilî wan dibim ne jî ew" û heman derhêner bi vê filma xwe tixûbên dewletê dicû anjî tixûbên xwe dişkîne, gorî nêrîna dewleta wî sehneyên mustehcen hatiye kişandin ji ber wê li welatê wî jî tê qedexe kirin. Bi giştî filmek serkeftî û xweş bû. Cûdahiyek xweş anîye ser filma xwe. Hêjayê temaşe kirinê ye*






    • copie cenforme0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.2)
    pûanê bide fîlmê: