sylvia

 Christine Jeffs

 John Brownlow

 2003


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 100

 bîyografî dram romantîk

  (1970.01.01)

 yûsiv (2020.10.29)

 Fîlma ku qala jiyana sylvia plath dike ye.


sylvia - Tirşik

sylvia


. Senaryo Ji aliyê derhêner Christine Jeff's ve hatiye nivîsîn. Di fîlmê de Gwyneth Paltrow, Daniel Craig, Jared Harris Û Michael Gambon dilîzin. Fîlm di sala 2003ya ketiye sînemayê. Fîlm qala jiyana romantîzma di navbera sylvia plath û Ted Hughes dike. Pêşiya bikeve sînemayê gelek temaşevan li benda fîlmeke pirr xweş bûn lê dema hat temaşe kirin hêviyê temaşevanan şikest. [spoiler: Sal 1956 e. li Îngilistanê sylvia ya ku hê navdar nebûye û Ted Hughes ê helbestvan li partiyeke de dinasin. Lê pêşiya nasîna wan li Cambridge sylvia rêzikên Ted Hughesê xwendiye û eşqê wî bûye. Ted jî dema sylvia dibîne eşiq dibe. Pişt demekê kurt dizewicin. Lê piştî zewacê sylvia ferq dike ku hin dilê jinên din jî Ted de ye. Pirr hesûd dibe lê hesûdîya xwe di nav xwe de vedişêre. Sylvia jî helbesta dinivîse û roj bi roj baştir dibe. Lê ev tişt zêde berdewam nake. Piştî demekê sylvia di bin siya profesyonel bûna Ted de dibîne. Êdî wekî berê nikare binivîse û xwe pêş bixe . Û xwe dide karê malê ango dibe jina mala. * sylvia guman dike ku mêrê wê îxanetê wê dike. Piştî van tev rewşa dilnizm û dilsojiya sylvia li ser jiyana wê bandor dike û xwe dixwaze bikuje. Lê çênabe... Du zarokên wê çêdibin û xwe dide mezinkirina zarokan. Sal derbas dibin hê jî gumana îxaneta mêrê wê di dilê wê de ye. Rojekê li kolanê sylvia mêrê xwe li bal jineke dibîne rojekê din jî xebera Ted bi jinekê re razaye dibihîse. Vê carê dîn dibe. dema zarokên wê radikevin binê ocaxê vedike û xwe dikuje.]






  • sylvia0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 71
(imdb: 6.3)
pûanê bide fîlmê: