the legend of the ugly king

 Hüseyin Tabak

 Hüseyin Tabak

 2017


 elmanya awistriya

 îngîlîzî tirkî elmanî fransî

 122

 belgefîlm bîyografî

  (1970.01.01)

 rizgarm (2020.11.22)

 Belgefilma ku di derheqê jiyana yilmaz guneyî de hatiye kişandine. Belgefilm axaftin, nêrîn û serpêhatiyên merivên li doran derhênerê navdar pêşkêş dike. Heman katî em bi serkeftinên di nava de zext û zordariyan de jî bibînin. Asoxîn, bi hemû awayê xwe emê jiyanek têkoşerî û şoreşvanî temaşe bikin.


the legend of the ugly king - Tirşik

the legend of the ugly king


. Belegefilma ku ji aliyê hüseyin tabak hatiye kişandin. Bi awayekî giştî li ser film û serpêhatiya kişandina filmên yılmaz güneyî sekiniye. Bi heval, hogir, kes, lêzim û mervatiya wî re hevpeyvîn çêkiriye. Di derheqê serpêhatî û jiyana wî de em fêrî agahiyên nû û bi hûrgulî dibin. Bi rastî jî meriv dîsa fêm dike ew lehengek mezin e. Tişta ku min şaş û metel kir ji dîmenên dema film dikişîne de hers û xeyda wî bû. Bi taybetî di filma duvar de hêrs û hezkirina ji zarokan meriv li hestên cûr bi cûr dixe* lê sedema van bertekê wî em taliyê fêm dikin ku "film" e, ya rast Hezkirin û daxwaza kişandina filman e. Her çiqas kurdîaxêv kêm bin jî mîna ku camêrê di belgefilmê de nirxandina li ser filmên yılmaz güney î dike "di nava filmên wî de her dem bi tîpên sor û mezin 'kurdîstan' hebû". Ji bo hezkiriyên yilmaz guney nêrînek nû û yên nas nakin jî hevnasînek germ. Jiyanek bi azwer û têkoşer di nava astengiyan de, azadî û xweserî di nava girtîgehan de, filmên serkeftî û cûda di nava qedexeyan de. Û "bila Dost û dijmin bizanibin ku, emê bi ser kevin teqez emê bi ser kevin!"






    • the legend of the ugly king0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.7)
    pûanê bide fîlmê: