. #84249 |
|
Array. senaryo a yilmaz güney e. derhêner pêşî erden kral bû. 11 mehkûm hebûn di senaryoyê de.. pişt rê nekarîne bikêşin. senaryo dane destê şerif gören. wî jî gotiye em dikarin 4 mehkûma bikêşin. piştî darbeya enwero hatiye kişandin. gelek zehmet kişandine. ji bo ku dewleta tirko dest ne deynê ser fîlmê. her hefte fîlmê negatîf dişiyandin swîsre. welhasil bi zor û zehmetî xilas kirine.
fîlm li ser çar mehkûma qala rewşa tirkiyê û qala kurdan dike. ew çar mehkûm jî kurd bûn ne şaş bim.
spoilerê veke
|
|
Array. Fîlma ku ev bû cara duyem e ez temaşe dikim. Cara ewil kêfa min zêde jê re nehatibû. Lê vê carê min jê hez kir. Ya bi rastî min jê fêm kir. Fîlm dema tê kişandin yilmaz guney di girtîgehê de ye. Şerif goren Bi dîrektîf û pêşniyarên yilmaz guney fîlmê dikişîne. Fîlmê Xelata Palmiyeya Zêrîn a ku li cannesê xelata bilindtirîn e wergirtiye. Heya sala 2014'an li tirkiyeyê tenê ev fîlm bûbû xwediyê wê xelatê. mijara bingehîn a fîlmê Zilm û zordariya ku li ser gel tê meşandin, kevneşopiyên gel û zehmetiya jiyana wan e. Dîsa bandora ku darbeya leşkerî ya 1980'î li ser gel kiriye bi awayeke zelal hatiye nîşan dan. Jixwe ji ber vê yekê li tirkiyeyê 17 salan qedexe maye. Sedem jî ev e ku fîlm tirkiyeyê xirab nîşan dide û li ser mijara pirsgirêka kurd dimîne |
|